Endamê KÎD’ê, Prof. Dr. Nurettîn Turgay nerazîbûn nîşanî qedexekirina taziye, bangdanê û texrîbkirina gorên endamên HPG’ê û YPG’ê da û got: “Ew ên ku bangdanê û taziyeyan qedexe dike, rêya wan ne rêya îslamê ye.”  MEHMET ŞAH ORUÇ MA /AMED Di dema berxwedana xwerêveberiyê de êrişên li dijî gorên endamên HPG’ê û YPG’ê jî didomin. Di demên dawî de li ser fermana walî, qeymeqam û dozgeran taziyeyên endamên HPG’ê tên astengkirin û qedexekirin. Polîs û eskeran êriş bir ser taziyeya şervanê YPG’ê Volkan Bayka yê li Efrînê jiyana xwe ji dest dayî û li gundê Fêra ya navçeya Farqîna Amedê hatibû danîn. Polîs û eskeran taziyeya endamê HPG’ê Mehmet Yakişir ê li Gîresûnê di şer de jiyana xwe ji dest dabû jî asteng kir. Li gundê Elfan ê ser bi navçeya Mêrdînê Stewrê jî bi boneya taziyeya endamê HPG’ê Alî Oncu hatî danîn, 3 roj bangdan hat qedexekirin. Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD), Prof. Dr. Nurettîn Turgay nerazîbûn nîşanî qedexekirina taziye, bangdanê û texrîbkirina gorên endamên HPG’ê û YPG’ê da û got: “Ew ên ku bangdanê û taziyeyan qedexe dike, rêya wan ne rêya îslamê ye.” Prof. Dr. Nurettîn Turgay li ser mijarê wekî din got, yên ku di navbera mirovan de cudakeriyê dikin û eziyeta ji vê wêdetir dikin, rêya wan ne rêya Îslamê ye. Turgay diyar kir ku di dînê Îslamê de pîvan Qurana Kerîm e û got, “Qedexekirina ezanê li gorî ola Îslamê nêzîkatiyeke ne rast e. Ezan ji bo nimêjê bangek e. Yên ezanê qedexe bikin, ti elaqeya wan bi Îslamê û xwedê re nîne.” Şîngirtin mafê her mirovî ye Prof. Dr. Turgay anî ziman ku li gorî Îslamiyetê, taziyeya li pişt mirî tê danîn, kêmkirina êşên malbatê ye û wiha dewam kir: “Mirovê miribe, jixwe miriye. Ferdên malbatê bi awayekî derûnî diêşin. Em ne li yên mirî, li malbata yê mirî difikirin. Hûn dikarin ê mirî wek sûcdar qebûl bikin, lê sûcdarkirina dayik û bav û wê civakê, şaşîtiya herî mezin e. Pêxemberê me Hz. Muhammed jî çûye serdana Cihûyan û gotiye, dema cenazeyê wan rakirine, rabûye ser piyan. Dema mirovek bimire, mafê wê malbatê heye ku ji bo 3 roj şînê deyne. Qedexekirina şînê cudakeriya di navbera mirovan de ye.” Êrişên li dijî goran li dijî mirovahiyê ne Prof. Dr. Nurettîn Turgay bal kişand ser texrîbkirin û êrişên li dijî goran û got: “Hilweşandina kêl û goran sûcê li dijî mirovahiyê ye. Mirovek çawa li pey miriyê xwe li ser kêlê bi Tirkî yan jî bi Erebî dinivîsîne, xwedî wî maf û azadiyê ye bi zimanê Kurdî jî binivîsîne.” Elaqeya wan bi dîn re nîne Endamê KÎD´ê Prof. Dr. Nurettîn Turgay destnîşan kir ku dînê Îslamê dînê aştiyê ye û got, “Îslam aştî ye. Yên cudahêz qebûl nekin, li ser navê Îslamiyetê serdestiya xwe dimeşînin. Îslamiyetê mîna amûr ji xwe re bi kar tînin. Li ser navê dîn propaganda xwe dikin. Li dijî Quran û sinetan tevdigerin. Elaqeya şêx, mele, miftî û oldarên wan bi dîn re nîne.”