Navenda Çapemaniya YPG’ê derbarê operasyona Hesekê û Kobanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Hat ragihandin ku di encama van operasyonan de 34 çete hatin kuştin û cenazeyê 17 çeteyan ket destê YPG’ê û çeteyek ji bi saxî hate girtin. Her wiha rêya di navbera başûrê Hesekê û bajarokê Şedad û Reqayê de kete bin kontrola YPG’ê de.

YPG’ê diyar kir ku çeteyek şevê din xwestiye ji aliyê Holê ve êrîşek pêkbîne, bi saxî hate girtin. Her wiha encama her du operasyona de 34 çete hatin kuştin, cenazeyê 17 çeteyan ket destê YPG’ê. Rêya di navbera başûrê Hesekê û bajarokê Şedad û Reqayê ket bin kontrola hêzên YPG/YPJ’ê. Daxuniya fermî ya YPG’ê wiha ye: “Operasyonên hêzên me ya ku li hember çeteyên hewldidin navenda Hesekê dagirbikin, dabûn destpêkirin, berdewam dike.

Hêzên me şevê din li başûrê Hesekê, li qadên di bin dagirkeriye çeteyên DAIŞ’ê de operasyonekî nû da destpêkirin. Di encama operasyona ku li herêma Pira Spî ya ku 4 km dikeve başûrê Hesekê hat lidarxistin de mezrakî hatiye rizgarkirin. Bi vê operasyonê ve girêdana çeteyên başûrê Hesekê xwe bi cih kiribûn û navende wan a wekî Reqqa û Şeddadê, ji aliyê hêzên me ve hatiye qutkirin.”


Di daaxuyaniya YPG’ê de hat destnîşankirin ku gellek çek jî hatiye bidestxistin û bi wî rengî deam kir: “Qasî hat zelalkirin 23 endame çeteyan hatin kuştin. Hêzên me li vê qadê tevî 17 termên çeteyan dest danîn li ser doçkakî 12,5mm, 6 kleş, 1 BKC, 1 roketavêja B7, hejmarek zêde cebilxaneya van çekan, tangek, kemyonek biçuk û motorsîkletek a çeteyan.”


Êrîşê xwekujî hat şikandin

YPG’ê derbarê operasyona li Kobanê jî agahî da û hat ragihandin ku li başûrê Kobanê operasyona xwe berdewam dikin. Daxuyaniyê de li ser operasyona Kobanê wan agahiyan hat dayîn:” Komekî çeteyan a biçuk, pêr piştî nîvro xwestin êrîş bibin li ser gundê Maxaretên a rojhilatê bajaroka Sirîn. Bi komê çeteyan re pevçunekî dem kurt hatiye jiyankirin. Piştî pevçunan komê çeteyan neçar manê ji qadê birevin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.

Li gundê Kepinrepinê başûrê Kobanê jî di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunekî hatiye jiyîn. Di vê pevçunê de 2 rêhevalê me yên ku bi lehengî şer dikirin gihiştin şahadete.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ya ku pêr sihare li hember gundê Şergirat a dikeve başûrê bajaroka Silûk bi temamî hatiye şikandin û wiha dewam kir: “Pevçunên li van qadan de qasî hatiye zelalkirin 11 endame çeteyan hatine kuştin.

Li herêma dikeve navbera Til Hemis û Holê de doh endamekî çeteyan hewl da êrîşê xwekujî pêkbîne. Bi destwerdanê hêzên me ve, endamê çete ku hewlda bû êrîş lidarbixe, tevî teqemeniyên li ser wî, bi saxî hat girtin. 


 ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN