Wargeha penaberan a şehîd Rûstem Cûdî-Mexmûrê di dorpêça PDK’ê de ye. PDK nahêle ti kes ji Mexmûrê derkeve. Nexweşên giran jî di nav de bi sedan karker her roj ji aliyê asayîşa PDK’ê ve tên vegerandin. Di 17’ê Tîrmehê de li restoranteke Hewlêrê endamekî istixbarata dewleta Tirk û 2 kesên din hatin kuştin. Ji roja bûyerê ve PDK nahêle kes ji wargeha penaberan a Mexmûrê derbasî Hewlêrê bibe. Bi dehan nexweşên giran jî di nav de bi sedan karker û welatî rojane diçin Hewlêrê. Lê PDK ev 8 roje nahêle şêniyên wargehê derbasî Hewlêrê bibe. Asayîşa PDK’ê bê ku hêcetekê nişan bide, nexweş, karker û welatiyên danê sibê dixwazin biçin Hewlêrê vedigerîne. Li gorî agahiyên şêniyên wargehê, Asayîşa PDK ti hêcetekê ji bo vegerandinê nîşan nade û kêfî wan vedigerîne.

Êrişî xelkê Mexmûrê kir

Hêjayî gotinê ye piştî bûyerê bi rojekê balafirên artêşa Tirk a dagirker carek din êrişî xelkê Mexmûrê kir. Balafiran nîvê şevê derdora wargehê bombe kirin. Di encama êrişa balafirên artêşa Tirk a dagirker de 2 kesên sivîl birîndar bûn.

 ROJNEWS/MEXMÛR