
AZÎZ OGUR
Beriya serdana Rojava, herî zêde min Kobanê meraq dikir. Bajarê şehîdan, warê berxwedanê. Kobanê ya ku bi şer û bexwedana xwe li cîhanê deng veda û serkeftineke navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka mirovahiyê neqişand.
Piştî çend rojên li Dêrik, Qamişlo, Amûdê û Dirbêsiyê di germa Îlonê de bi komek şervanên YPG’ê re me da ser rêya Kobanê. Di rêwîtiya sê saetan de sohbeta bi şervanên YPG, YPJ’ê re têr û tijî bû. Rê bi stranên Kurdî, Erebî yên şoreşgerî xweştir dibû. Her ku em nêzî Kobanê dibûn şop û bermayiyên şerê li herêmê pêk hatibû, bêhtir xwe nîşan didan.
Beriya Kobanê Girê, Miştenûr xuya kir, paşê jî Kobaniya berxwedêr. Wê kêliyê min gelekî xwest ji Girê Miştenûr li Kobanê mêze bikim.
Piştî em gihiştin navenda bajêr bi piştgiriya hevalên ragihandinê em li nava bajêr geriyan. Kobanê mîna teyrê Sîmir xwe ji xweliya xwe careke din diafirand. Bi piştrigiya saziyên insanî ên navneteweyî hin avahî hatibûn ava kirin. Dîsa mirovên Kobanê bi derfetê xwe li dewsa avahiyê rûxiyayî, yên nû ava dikirin.
Lê belê her ku em ber bi taxên nêzî sînor ve çûn, me şopên şer ên girantir dîtin. Di hin avahiyên bi tevahî rûxandî de, mirov li odeyeke tenê ya mayî de, bi cîh bûbûn.
Piştî ku me serdana çerxerêya ku peykerê berxwedana jinê ya li Kobanê ku bi Arîn Mîrkan hatiye sembolîze kirin û parka şehîdan a peykerê Mahsûm Korkmaz (Egîd) lê kir, em gihiştin taxên bajêr ên şerê herî dijwar û berxwedana bêhempa lê pêk hatibû. Her kolana taxên wêran bi navê şehîdekî hatibû binavkirin. Li ber her avahiyê tabelayên ku kunyeyên berxwedêrên li wê avahiyê şehîd bûbûn, hatibû danîn.
Avahî bi pirranî rûxiyabûn. Lê belê xirbeyên avahiyan ên bi ser berxwedêran de ketibûn, careke din ji bo domandina berxwedanê mîna sîper hatibûn bikaranîn. Betanî, branda û amûrên berxwedêran hêna li cihê xwe bûn.
Dema ez hilkişîm jor û li pişta çeperên berxwedanê rawestiyam û min li bajêr temeşe kir, hestyarî û xemgîniyeke mezin rû da. Wê kêliyê dîmenê şervana YPJ’ê dema birîna wê dihate dermankirin û stran digot, di ber çavê min re derbas bû. Şervana jin birîna xwe ji bîr kiribû û bi newayên xweş birîndariya Kobanê vedigot:
Kobanê îro xemgîn e
Dişewite, laş bi xwîn e
Hestirê çavan dibarîne
Ax Kobanê…

Heval ma tu bê nan û xwê yî!
Mirovên Kobanê bûbûn şahid, mexdûr, leheng û serfirazê şerê sed, hezar qatî ji Kobanê mezintir. Dengê wan bi xwe bawer, kenê wan bilind û henekê wan jidil bûn. Her mirovê me silav lê kir, jin, ciwan, kal bi rûkenî em pêşwazî dikirin û bê îstîsna tevan em dawetî vexwarina çay, qehwe yan jî xwarinê dikirin. Li taxa herî zêde rûxiyabû komeke ku pirraniya wan jin, li kolanê li ber deriyê malekê li hev civiyabû. Sohbeta wan a xweş bi silava me rawestiya û li ser israra “çay amade ye”, em jî ketin navê.
Sohbeteke xweş bi me re kirin, di demeke kin de çay anîn, ji ber ku şekir diavêjin nava çaydanê, min nexwest çayê vexwim. Sohbetê dewam dikir, henek û ken hebû. Lê belê jinekê ji wan bi şêwazekî ku min jê fêm nekir, hişk li min mêze dikir. Ji awirên wê hinekî bêzar bûm, lê min dengê xwe nekir. Paşê yên dora xwe sekinandin û yekser berê xwe da min û got:
- Heval gelo tu mirovekî bê nan û xwê yî?
Piştî matmayineke biçûk, min got, na.
Yekser dewam kir û got,
-Çima te çaya me venexwar?
Hevalê li kêleka min ê ji Kobanê got, “Heval çayê bê şekir vedixwe. Ji bo wê yekê venexwar.”
Li ser vê bersivê jî got;
- Wisa bêje da em jî ji bo te çay an qehweyeke bê şekir amade bikin. Naxwe rûniştina li civata me qebûlnekirina xwarin û vexwerinê, hem şerm e, hem jî heqaret e.
Paşê bi daxwazkirina qehweyê min dilê dayika Kobanî xweş kir.

Roja duyemîn min serdana TEV-DEM’ê kir û bi dîtina hevalê xwe Malîk ku herî dawî beriya bi 11 salan me hev dîtibû, hestên bê tarîf bi min re peyde bûn. Ji Rojhilatê Kurdistanê bû lê belê dema li Rojava Şoreş geş bû, berê xwe dabû nava şoreşê. Her wiha Hevserokên TEV-DEM’ê Ayşe Efendî û Ehmed Şêxo tevlî sohbeta me bûn û li çîroka Kobanê min carekê ji wan jî guhdarî kir.
Li Girê Miştenûr
Bi her halî tim hişê min li ser çûyina Girê Miştenûr bû. Paşê me berê xwe da Girê Miştenûr. Girê ku şahîdiya cenga Kobanê kiribû bi xwe jî bûbû meydana şer. Hatibû dagirkirin û paşê ji aliyên têkoşêran ve hatibû rizgarkirin. Dema Kobanê bi tevahî rizgar bû, şervanên Azadiyê aleke mezin a TEV-DEM’ê li wir daliqand û wê alê mizgîniya azadiya Kobanê ji tevahiya cîhanê re ragihandibû.
Li girê Miştenûr min li Kobanêya azad mêze kir. Li sînorê dagirkeran ê ciwanan xwe lê dida û diçûn bi hewara Kobanê ve…
Wê keliyê min xwest bibim kevirek ji yê Girê Miştenûr. Hesidîm şahidiya wê ya berxwedana Kobanê. Û min hestên xwe bi van gotinan bi girê Miştenûr re parve kirin:

Girê Miştenûr... Xêr, bereket û nûr
Pozlindî Serbilindî Serfirazî Pesn û şanazî bila tev para te bin...
Min tiştek ji te navê; Tenê ji min re qala cenga Zarokên Rûken bike..
Piştî 10 rojan li Reqayê li çeperên şervan, fermandar û qasidên azadiya Reqayê re mam, li vegerê ango dawiya Îlonê, careke din hatim Kobanê û şevekê li Girê Miştenûr mam. Heta sibehê min li ronahiya bajarê Kobanê temaşe kir û bayê azadiyê kişand hinavên xwe.
Stranên şoreşê li Kobanê olan didin
Dema gera li Kobanê ji parka nava bajêr dengê muzîkê dihat. Em çûn parkê komek ciwan li hev kom bûbûn û stran digotin. Pirraniya stranên wan li ser şoreşê û şehîdan bûn.
Hin stranên gelêrî yan yên hunermendan bi guherîna hin gotinên wan û pênasekirina bi Kobanê re digotin. Mînak strana “Pêşiya Malê” gotinên “Rêya Kobarê bi dar e” mîna “Rêya Kobanê“ guhertibûn û distrîn:
Rêya Kobarê bi dar e
Tim were xware xware
Qelendê keçika delal
Li ser pişta min bar e
Pêşiya malê xendeq e
Feqîr derî lê veke
Keçik diçe ser çiya
Gotina bavê xwe neke
Piştî guhdarîkirina li çend stranan em ji wir veqetiyan. Em ji wan dûr diketin, wan strana li ser “Bavê Leyla” digot. Stran li ser lehengê Şoreşa Rojava Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Fermendarê Tabûra Şems El-Şemal Şehîd Faysal Ebû Leyla hatibû amadekirin.
Bi dehan nûçe me derbarê wî de çêkiribûn. Dimenên Ebû Leyla yên tim dikeniya hatin hişê min û min çend caran li ser hev li dîmênê wî yê li eniya şer stranê dibêje temaşe kir. Dema min xatir ji Kobanê dixwest û pişta xwe dayê, kenê Ebû Leyla li ber çavê min bû û di guhên min de, di mêjiyê min de dengê wî…
Tu buy keça sitemkara
Ewla dijî evîndara
Çi bikim ji çavê evîn
Kir ser dilê min sed birîn
Xweziya hêvî pêk bihatana
Ew rojên xweş vegeryana
Em biçûk bûn evîndar bûn
Tiştê berê bûn xewn û çûn