Nûnerên partiyên siyasî yên Kurd diyar kirin ku 6’emîn kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) wekî kongreyeke netewî bû û hêvî dikin ku ew kongre vê ji bo lidarxistina Kongreya Netewî vê bibe gavek.
Piştî ku 6’emîn kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajaroka Rimêlanê di 21-22’ê Îlonê de hate lidarxistin, nûnerên partiyên siyasî yên Kurd derbarê kongreyê de nêrînên xwe anîn ziman.
Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê diyar kir ku lidarxistina kongreya PYD’ê di vê qonaxa hesas de xwedî girîngiyeke mezin e û tevlîbûna kes û saziyên herçar parçeyên Kurdistanê ji bo hevgirtina neteweyî girîng dibînin û wiha pê de çû: “Em bi hêvî ne, PYD’ê piştî kongreyê serkeftinên mezintir di aliyê siyasî û civakî de bi dest bi xwe û li bibe bersiv li hemberî êrîşan”
PYD’ê netewa demokratîk
pratîze kir
Serokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Telal Mihemed jî got ku lidarxistina 6’emîn kongreya PYD’ê di vê demê de li dijî hemû êrîşên siyasî ku hewl didan PYD’ê reş bikin, bersivek guncaw bû û wiha domand: “Beşdarbûna hemû partiyên û aliyên siyasî yên Kurdî hişt ku kongreya PYD’ê bibe kongreyeke niştimanî û karibû ku her çar parçeyên Kurdistanê li ser maseyekê bicivîne.”
Her wiha Mihemed destnîşan kir ku di kongreyê de nîqaşên rola Kurdan di guhartina siyasetên Rojhilata Navîn de hatin kirin.
Mihemed di axaftina xwe de ragihand ku ji destpêka şoreşa azadiyê ya Rojavayê Kurdistanê ve, PYD’ê siyaseta xeta sêyemîn di pêkanîna demokrasî û piralîbûnê de pejirand û têkoşîna xwe ber bi netewa demokratîk ve ku daxwaza hemû pêkhate û gelan e, domand.
Hebûna xwe îspat kir
Endama Desteya Siyasî ya Yekîtiya Lîberal a Kurdistanê Ebîr Hesaf da zanîn ku lidarxistina kongreyê berhema têkoşîna PYD’ê ji sala 2003’yan ve ye û wiha got: “PYD’ê karibû bi riya çalakî û destkeftiyên ku bi destxistine, bibe dengê gel li ser riya azadiyê û hebûna xwe bi riya demokrasiyê îspat kir.”
Hesaf got ku PYD’ê di birêxistinkirina civakê de xebatên mezin meşandin û di avakirina komîn, meclîsên gel û pêkanîna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bi roleke sereke rabû.
Hesaf destnîşan kir ku girîngiya lidarxistina vê kongreyê xwe dispêre yekîtiya Kurdan û kombûna wan li ser heman maseyê hêviyên gel ber bi azadiyê ve mezintir kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kongira PYD’ê gava yekemîn ber bi lidarxistina Kongira Netewî ya Kurdistanê ye.”