Piştî hin bûyeran an jî bûyerekê di dîrokê de werçerx û qonaxeke nû destpê kiriye. Îca wexta behsa jihevderxistina rewşa berê û ya nû timî ew qonax tê destnîşankirin. Piştî ku Sovyet ji hev belav bû, di awayê danûstendin û têkiliyên navdewletî de guhertineke mezin çêbû. Em rengê nû yê van danûstendin û têkiliyan, herî zêde bi awayekî eşkere di Şerê Cîhanê Yê Sêyemîn ê li Rojhilata Navîn de dibînin. Du hêz an jî dewlet li bereyekî bi hev re ne, li bereyekî din jî dijberê hev in. Nakokî li gorî berjewendî, îdeolojî û pêdivîdîtina bi serdestiyê diguhere. Kuştina Qasim Silêmanî ev reng awayê danûstendinê guvaşt. Ez çima dibêjim guvaşt; ji ber ku hinek hêzan hê nekarîne xwe ji awayên berê yên danûstendinan rizgar bikin û di hînbûna awayê nû de zehmetiyê dikişînin. Di navbera bîrûbaweriyên îdeolojîk û elastîkiya polîtîkayê de rêzik û pîvan dikevin ber guftûgoyê.

   

Siyaset ne ew e, mirov mîna alîgirê tîmekî fûtbolê be, li bûyeran temaşe bike. Dîsa nabe ku mirov di çarçoveya hin bûyerên rojane de gotinên stratejîk bi kar bîne. Nabe ku mirov raboriyê ji bîr bike û nikaribe têkiliya di navbera bûyeran de paşguh bike. Naxwe mirovê her rûnê li çongê xwe bixe û bibêje, ev çi bû feleka xayîn bi serê me de anî. Lê ya rastî ew e, şaşanalîz û tesbîtên bi ber bayê xelkê ketî wê bibe feleka xayîn; di şiklê melkemot de li neksa mirov bide.

Emerîka zirhêzeke cîhanê ye û şerê wê yê bi Îranê re ji roja damezrandina rejîma Tehranê heye. Rejîma heyî heta dereceyekê li hesabê wan tê. Ji ber vê jî dewletên rojava guhertina rejîmê li Îranê nafikirin. Lê kesên weke Qasim Silêmanî yên armancên emperyal ên Îranê li herêmê xurt dikin û qadê li hêzên din teng dikin, sedema nerehetiya zirhêzan in. Bêguman gelek sedemên din ên di zikhev de mîna guloka rîs li hev aliyayî heye. Di kuştina Qasim Silêmanî de Kurd neçar nînin mîna alîgiriya tîmên fûtbolê alîgiriyê an jî dijberiyê bikin. Ji bo Kurdan herdu hêz jî diyar û eşkere ne. Hêzek dagirker û dijminê Kurdan e; reşkujî û darvekirin siyaseta wê ye. Hêza din jî di bin navê NATOyê de bi salan şerê Kurdan kiriye û bi dagirkeran re hevalbendî kiriye. Lê li gorî rewşa nû ya min destpêkê îşaretpêkirî jî heman hêzê di şerê DAIŞ´ê de hevalbendiya Kurdan kiriye û di destketiyên Başûrê Kurdistanê de bi roleke berbiçav rabûye. Dîsa heman hêzê Rêber Apo radestî dewleta Tirk kiriye.

Bêguman li ser van mînakan dikarim gelek mînakên din jî zêde bikim, lê hewce nake. Li vir a girîng ew e, Kurd neçar nînin, li ser vê bûyerê alîgiriyek mîna alîgiriya tîmê fûtbolê bikin. Hela hela hîç hewce nake, ji hêzekê re bibêjin, her bijî an jî aferîn. Dibe ku dilê Kurdan bi hinek bûyeran xweş be, bi hin bûyeran jî teng be. Lê ev nayê wê maneyê, xwe ji bîr bikin û dijminatiya li beramberî Kurdan paşguh bikin.

Her kes qebûl dike ku rewşeke hesas li herêmê heye. Mezhebperest, milletperest û berjewendîperest bi çavkorane û bê proje xwe li hev radikişînin. Ji vî şerê zirkeran wê gelên herêmê zirarê bibînin. Ya rast ew e, pêşîgirtina lê ye, an jî kêmkirina zirarê ye û biserxistina berjewendiyên gelan e.

Di demekê de Kurd li ber sêdaran û weke kolber can didin, yên li ber termê dijminê xwe biricifin û destê xwe ji bo wî ji Xwedê re vekin, divê hesab bidin gelê xwe. Jê jî wêdetir ne rast e ku dijminê Kurdan weke dostê wan were binavkirin. Mirov dikare hinek rêûresmên gelêrî û herêmî qebûl bike, lê xwe ewçend zelîlkirin li ber dijminê xwe dilê Kurdan pir êşandî ye. Navê vê ne siyaset e, tinebûna siyaset û şexsiyetê ye. Ji bo ser vê rûreşiya xwe jî bigirin, ji xwe re li hevalan digerin û dev diavêjin Tevgera Azadiyê û dixwazin ji xwe re hevalan çêkin. Di dema dagirkirina Girêspî û Serêkaniyê de helwêst û siyaseta Rojavayê Kurdistanê helwêst û siyaseteke mînak bû. Tevî zor û zehmetiyan hemûyan ji rêzik û pîvanên xwe nehat xwar û ji bo gelan her li rêyeke çareseriyê geriya û digere. Ev rêya sêyemîn e, û li berjewendiyên Kurdan û gelan e. Ev siyaseteke bi hêza xwe bawer e, danûstendinan dike, xwe ji çareseriyê nade alî, lê her tim bi destê xwe ye; li ber dijminê xwe serşor û sertewandî nîne.