2. Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn ku li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê pêk hat piştî nîqaşên sê rojan doh bi dawî bû.

Konferans bi dirûşma “Bi pêşengiya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pireng û demokratîk ve” li gel çar parçeyên Kurdistanê, ji Iraq, Urdun, Libnan, Filîstan, Libya, Ermenîstan, Misir, Tirkiye, Tûnis, Yemen, Efganîstan, Bakurê Sûriyê û Sûdanê 300 delegeyên gelên cuda hazir bûn

Ciwanan li ser  qeyrana Rojhilata Navîn,rista ciwanên Rojhilata Navîn ên demokratîk û şoreşger û rêyên çareseriyê nîqaşkirin.

Her wiha delegeyên konferansê  li dijî dagirkeriyê bal kişandin ser girîngiya têkoşînê û yekîtiya navxwe ya Kurd.

Delegeyên ku tevlî Konferansa 2’yan a Rojhilata Navîn a Ciwanan bûne, di roja dawî ya konferansê de ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çar zimanan (Kurdî, Erebî, Tirkî û Sûryanî) daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de çalakiyên ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven  hatine destpêkirin, hate slavkirin û hate goitn, ‘’Li dora ramanên Rêber Apo îro em li cem hev in. Ramanên wî ji bo çareseriya krîza Rojhilata Navîn rêya yekane ye.Em azadiya fizîkî ya Ocalan ji bo dahatuya herêmê pir hewce dibînin.”

Delegeyên konferansê di dawiya daxuyaniyê de gotin:”Dagirkeriya dewleta Tirk ya li Rojhilata Navîn bi hêza pêşeng a ciwan û jinan wê werin pûçkirin.”

 

KOBANÊ