Hikûmeta Tirk ne li hindir ne jî li derve dikane polîtikayeke gorî rastiya dînamîkên xwe bi rê ve bibe. Li hember pirsgirêkên hindirîn ên civakî xwe kerr û lal dike, li derve jî ketiye xewnên emperyal û bi pozbilindî şîretan li derdorê re dike. Him heta qirikê bi hêzên Rojavayî re xwe girê daye him jî dixwaze hemû dewletên cîran û yên ku di dîrokê de kêm zêde têkiliyên xwe pê re heyî bi xwe re girê bide, bixe bin siya xwe. Mîna çîroka pisîka birçî a ku di xewna xwe de cîgerê dibîne ye!..
Hikûmeta AKP'ê ev du sal in bajarên Hatay, Kîlîs, Dîlok, Riha û navçeyên wan ku li ser sînora Sûriyeyê ne, kir mîna wargeha çeteyên îslamîst ên radîkal û niha jî nikane wana kontrol bike. Xelkên van bajaran mîna ku di nava şer de ne, her roj bi tirs û di nava stresê de dijîn. Tê gotin; çeteyên biyanî li van herêman ji xelkê herêmî rehettir tevdigerin. Û di dawiya vî fîlmî de jî teqîna li Reyhanliyê û bi dehan kesên kuştî yên bê guneh!..
Kî çi dibê bila bibê; ev êrîş encama polîtîkayên qilêr ên hikûmeta AKP’ê ye! Bombeya ku amade dikir ku biavêje hindirê Sûriyeyê, di destê wê de teqiya. Û benên ku dixwest li stûyê gelên Rojhilata Navîn girê bide, niha dest û piyên wê pê hatine girê dan.
Dîplomasiya navdewletî ya derbarê şerê li Sûriyeyê û pêk hatina bûyerên bi vî rengî nîşan dide ku rewşa Kurdên Rojava ji îro şûnde wê ji her demê zêdetir di nava xetereyê de be. Di heman demê de wer xwuya ye ku hêdî hêdî dor tê Îranê jî...
Ev bûyer ne tenê ji bo hikûmeta Tirk, ji bo Kurdan jî tijî ders e! Kurdan çawa
bi têkoşîneke bêhempa dewlet anî ser maseya muzakereyê, divê bi heman awayî, bi heman hişyariyê û herwiha bi heman bixwebaweriyê têkoşîna sewa destketiyan nû bi rê ve bibin...
Herçiqas rojev ji nişka ve biguhere jî, divê Kurd ji rojeva xwe dûr nekevin û nekevin dûv rojevên hikûmeta Tirk. Di heman demê de wer xwuya dibe ku li hemberê bûyerên bi vî rengî ji her demê bêhtir helwest û polîtîkayên Kurdistanî jî wek neçartiyekê xwe dide der.
Belkî di dema şerê germ ê çekdarî de pirr kar û xebatên civakî hatibûn betalkirin; lê îro tu pêdiviya helwesteke bi vî rengî êdî nemaye. Encama libendêmayînê wendakirin e!..
Îro Roja Zimanê Kurdî ye. Pîrozbahiyên sembolîk ên ku li ser civakê tu bandora wan tune ye wêdetir, gav bi gav pêşxistin û rêsandina perwerdeya bi zimanê zikmakî divê. Him ji bo dewleta Tirk paşde gav biavêje û pêşî ji perwerdeya bi zimanê Kurdî re veke him jî hewldanên ji bo firehkirina rêxistinên zimên hewldanên berbiçav lazim e.
Dema mirov li tevahiya pêşketinên li herêmê mêzeke; ev êrîşa li Reyhanliyê pêk hatî di heman demê de nîşan dide ku, Kurd di vê pêvajoya ku em tê re derbas dibin de nikanin xwe bê parastin jî bihêlin. Belkî ev êrîş bandorê li ser pêvajoya aştî û çareseriyê ya ku li Tirkiyeyê tê meşandin bike û leza pêşxistina pêvajoyê hinekî daêxe jî. Rewşa li Sûriyeyê ji îro şûnde wê bikeve kîjan merheleyê, ne diyar e. Bona vê yekê, helbet Kurd wê gavên xwe di bin kontrolê de û bi gorî pêşketinan biavêjin.
Kî dizane; belkî jî surprîzên nû me dipên!..
Reyhanli û surprîzên nû...
Li Tirkiyeyê rojev ji nişka ve guherî. Li navçeya Reyhanli ya Hatayê teqînek pêk hat û ji pêncî zêdetir kesan jiyana xwe ji dest da, bi dehan kes jî birîndar bûn. Kê ev êrîşa hovane pêk anî, ne diyar e. Rayedarên hikûmeta Tirk, dewleta Sûriyeyê; lê rejîma Sûriyeyê jî dewleta Tirk wek berpirsiyarê bûyerê îlan kir. Ên ku bi polîtîkayên dij mirovahî Rojhilata Navîn kirine wek dojeh, niha jî li ser xwîna gelan giriyê tîmsehan dikin...