Bi boneya nêzîkbûna 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî Saziya Zimanê Kurdî ya Herêma Xweser a Efrînê û navçeyên wê ve derbarê girîngiya zimanê dayîkê di dîroka mirovahiyê de û bi taybet zimanê Kurdî di durişmeya “ Bi giyana berxwedana şehîd Viyan Amara ber bi perwerdeya Neteweya Demokratîk ve” rêzesemîner lidar xistin. Di semîneran de bi dehan mamosteyên zimanê Kurdî beşdar bûn.

Di semîneran de derbarê girîngiya zimên li ba mirovahiyê û b taybet zimanê Kurdî û qonaxên pêşketina wê di serdemên cuda yên dîrokî de ji destpêka serdema niyolotîk beriya 12 hezar salan ve bal hate kişndin. Di semîneran de her wiha bal kişandin ser qonaxên pêşketina ziman ku di deman Ariyan ve bi nîşandekan dest pê kir û li seranserî cîhanê belav bû.
Di semîneran de hate gotin ku ji şoreşên destpêkê şoreşên ziman in û bi ziman gelan çanda xwe li seranserî gerdûnê belav kirin û bi hev bi bandor bûn.
Her wiha bal hate kişandin ku siyasetên pişaftinê ku li dijî gelê Kurd hatine meşandin di hemû aliyên ziman, çand, civak û aborî de armanc jê ew bû ku nasnameya Kurdan winda bikin û ji bo hêsankirina dagirkirin û talankirina berhemên Kurdistanê ye. Her wiha hate diyarkirin ku di pêşxisitna mirovahiyê de rola herî girîng ya ziman bû û bal hate kişandin li ser destkeftiyên şoreşa Rojava û di nav de şoreşa zimanê Kurdî ku wekî destkeftiya herî mezin û girîng di dîroka gelê Kurd de tê naskirin.
Di semîneran de bang li hemû mamosteyan hate kirin ku di pêşxistna ziman û rola wî di civakê de kar û xebatan bê navber bidin meşandin û li hemberî siyasetên qirkirinê bê deng û destvala nemînin.
Saziya Zimanê Kurdî çalakiyên xwe yên ji bo cejna Zimanê Kurdî dewam dike. Dê li Peymangeha Şehîd Amara ya Ziman û Wêjeya Kurdî ya Efrînê di 5 û 6'ê Gulanê de du semîner bên dayîn.

EFRÎN