Ji bo bikaranîna çekên Elman ên di dagirkeriya Tirk de protesto bikin, komek aktivîstên ji Elmanyayê, doh berê sibehê rêyên diçine mezintirîn fabrîkaya sîlehan a şirketa çekan a Elman, Rheinmetallê yên li Unterlussê girtin.

Berê sibehê saet 05.30’an koma aktivîstan SIGMAR ji bo protestokirina bikaranîna çekên Elman di dagirkeriya Tirk ya li Rojava de, rêyên diçine fabrîkayê Rheinmetallê hemû girtin. Aktivîstan bi sêlingên hesinî barîkat danîn, guherîna wardiyeyan a li fabrîkayê asteng kir.

Cebilxaneyê hildiberîne

Çalakiya îtaetnekirina sivîl a koma bi navê ‘’Aktîonsgruppe SIGMAR 2”yê, karî karê fabrîkayê asteng bike. Komê li ser medyaya civakî ji bo çalakiya xwe got, ‘’Me çalakiya xwe ji bo hilberandina Rheinmetallê rawestînin kir; ew her cure amûrên çek û leşkerî dide faşîzma Tirk, û faşîzma Tirk jî mafê mirovan û hiqûqa navnetewî hemûyî binpê dike û li dijî Rojava êrişa dagirker didomîne.’’

Aktivîstan alayên YPG’ê, YPJ’ê jî hildan. Li ser navê çalakgeran Luca Lampe xwest êrişên dewleta Tirk demildest bên rawestandin. Lampe got, fabrîkaya ku li dijî wê çalakiyê dikin ji bo dewleta Tirk çek û cebilxaneyê hildiberîne û diyar kir ku Elmanya bi bazirganiya çekan dibe hevkarê sûcên şer.’’

Rheinmetallê par bi erêkirina Hikûmeta Federal a Elman bi rejîma Erdogan re dest bi hilberandina hevpar a tankan kiribû. Erdogan li qesra xwe rêveberên Rheinmetallê ezimandibûn. Beriya dagirkeriya li dijî Efrînê jî, tankên artêşa Tirk ji hêla vê şîrketa çekan ve hatibûn nûjenkirin.

Piştî êrişên dagirker în 9’ê Cotmehê, hatibû gotin Rheinmetall wê projeya bi navê ‘’Altay’’ ku bi dewleta Tirk re hevpar e, rawestîne. Lê di çapemeniya Elman de têkilî vê îdîayê hê daxuyaniyên muxateban nînin. Rheînmetalê û şîrketeke bi navê ‘’Rheînmetall BMC Sinayiya Berevaniyê (RBSS)” hatibû avakirin.

 

HANNOVER