Riccardo Muti pira aştiyê ber bi Sûrî ve sibe (5’ê Tîrmeha 2020’an) lê dike. Li perestgeha sîta arkeolojîk a Paestumê ku li bajarê Îtalyayê Salernoyê ye, ew ê konserê bide. Bi orkestraya xwe ya ciwanan “Luigi Cherubini” tevî muzîkjenên “Syrian Expat Philharmonic Orchestra” ew ê Senfoniya 3’yan a Beethovens 3. Sinfonie “Eroica”yê lêxin. Konser diyarî Sekretera Giştî ya Partiya Paşeroja Sûrî Hevrîn Xelef a ku dagirkerên Tirk 12’ê Cotmeha 2019’an li ser rêya M4 bi hovane qetil kir û serekarkeologê Palmîrayê Xalid Esed ê DAIŞ’ê ew 2015’an qetil kir. Armanca Ricardo Muti ew e ku di navbera du bjarên xirbe yên di lîsteya mîrasa çandî ya mirovahiyê ya UNESCO’yê de ne, pireke çandî deyne. Konser di çaçoveya Festîvala Ravenne ya li Îtalyayê de tê dayîn. Hunermend û rojnamevana Kurd Zehra Dogan û stranbêj Aynur Dogan jî beşdarî vê festîvalê dibin. SALERNO