Etîka meqamê serokkomariyê
Serokkomarê welatekî nûnêrtiya tevahiya hemwelatiyê wî welatî dike. Ji wê; li hemberê dewletekê di nava şer jî de be, mafê wî/ê yê peyva „heyfgirtin/ întîqamê“ bikaranînê tune. Li hember gelê xwe jî tişteke wiha bikaranîn sûç e. Eger kesê di wî meqamî de zimanekî xirab bikarbîne, berê hertiştî ew heqaretê li tevahiya kesên ew nûnêrtiya wan pêktîne, dike. Serokkomarê Tirkiyê zimanekî wiha yê ne layîqê wî meqamî ye, bikaranî. Rastî were pirsîn, divê berê hemû kesan, tirk ji wan gotinên wî şerm bikin û li dij derkevin.
Serokwezîrê tirk Erdogan zimanekî hê ji zimanê serokkomar xirabtir bikartîne. Ew hima bigire, di her axaftina xwe de zimanekî di forma zimanê faşîstên kuçeyan de gilor dike. Carnan hetanê peyvên bê edep, çêrkirinê berejêr jî dadikeve. Bi taybetî jî zimanê wî yê şoven ê tebere, fermanên wî û wezîrên wî dane polêsan, rê li ber êrişên nijadperest û tûleyên kuçeyan vedike. Ev garana spinduyan ji gotin û axaftinên van rayedarên di derekeyeke gelek nizm de tê bilêvkirin, wêrînê digirin, di bin parastina polêsên wan de êrişên kurd û sazî û dostên kurdan dikin. Li pey lînckirina kurdan e.
Çapemenî
Jixwe çapemeniya tirk ji berê ve wek qeşmerên ezbenî ne. Di deme Ergenekona kemalîst de generalan, niha di vê dema Ergenekona kesk de jî Erdogan bang wan dike, fermanê dide wan, yan jî guhê wan dikişîne. Bi teybetî jî gişt dişibin wezîr û kizîrên ji bo ku keçên wan bikanin bi hespê qeyserê Romê Caligula yê nav Incitatus ra bizewice ketibûn pêşbirkê ne. Di nava wan de kesekî/ê bi kêmasî bi qasê keçika meyxanecî bikanibe bibêje; “Hetanê hûn vê caştiyê dipjirînin, bibin mirov!” jî tune.
Li pey ku bi hêla Erdogan ve hinek gohên patronên çapemeniyê hatin kişandin. Wan dest bi seneryoyên kuştin û reşkirina kurdan kirin. Wan nemirovan bi devên spîkerên xwe yên ji mirovbûn û wîjdana mirovabûnê tu mûyekî nestandine, li ser Erdheja Wanê ew dan axaftinê. Têbinyên ji etîka mirovbûnê dûr di bin hin nivisandinan de dan weşandin û bi wî awayî di roja me ya şînê de bi tasan xwê reşandin ser birîna me.
Richard 1.
Ev bû çend car ku Erdogan û yaverên xwe qaşo bi niyeta ku bikanin ji me re kafir bibêjin û bi wan gotinan gelê me yê misliman bixapînin, ji me re Zerdûştî dibêjin. Ez di wê baweriyê de me ku wê her kurd bi zerdûştiya xwe ser bilind bin, ji ber ku baweriya bav û kalên me bû. Vê jî rasterast çîroka Selhedînê Eyûbî û Rîchard 1. emê bi navê Dilşêr jî tê nasîn anî bîra min. Baş tê zanîn ku Rîchard 1. serfermendarê artêşa sefera xaçperestan bû. Bi nîyeta serhildan û berxwedana hêzên îslamî yê di bin fermandariya Selhadînê Eyûbî de têkbirinê hatibû peywirdarkirin. Li gor gotinên dîrokzanan, dema ew û Selhedînê Eyûbî tên hemberê hev. Ew ji Selhedînê Eyûbî re dibêje: “Xwedayê me Yahova wisa mezin e, ku xwedayê te yê Ehrîman ji dergeha xwe avêtiye û bi dojehê ceza kiriye.” Dibêjin Selhedînê Eyûbî jî bi serbilindî ew wiha bersivandiye: “Xwedayê min heyîyeke wisa serbilind û bi anor e ku ji Xwedayê te re serî neçemandiye. Ez ê jî ji te û hêzê xaçperestan re serî neçemînim!”
Erdogan jî îro rola Rîchardê yekemîn wergirtiye. Rîchard Recep Tayîp Erdogan berê ji Bûch, niha jî ji serfermandariya emperyalîstan Huseyin Barak Obama û serokê NATOyê Rasmûsan ferman standiye û wekî Rîchardê yekem dibêje: “Hûn zerdeştî ne, Xwedayê min hûn ji dergeha xwe avêtiye! (Dive ku xwedayê wî jî ASENA be!) Wêçaxê ji malbata kurdên Eyûbî Selhedîn, îro bi mîlyonan kurdên ji hemû eşîr û malbatan dibîjin: “Hûn dê di wê xwîna herikandî û wê tovên nijatperestiya we çandî de bixeniqin!”