Cenazeyê Şervanê YPG’ê Mehmet Temel (Sînan Qandîl) ê ku di berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ‘ê de roja borî li Kobanê birîndar bû û ji bo tedawiyê anînbûn Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan a Rihayê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Temel pêr anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Cenazeyê Temel bi girseyî ji nexweşxaneyê hate wergirtin û bi posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPJ, YPG’ê û dirûşmeyên “Şehîd namirin” , “Bijî Serok Apo” , “Ey şehîd xwîna te li erdê namîn e” û “Bi can xwîn, em bi tere ne ey Serok” ber bi Taxa Elîgorê ya Pirsûsê ve bi meşê birin. Cenazeyê Temel li Alîgorê ji aliyê deh hezaran eksan ve ji hat pêşwazîkirin.


‘Ji bo rûmeta mirovahiyê şer kir’

Cenazeyê Temel bi meşê anîn mizgeftê û li wir rêzgirtin pêk hat. Piştî vecîbeyên olî cenazeyê Temel li goristanê hat definkirin. Di merasîmê de Rêveberê MEYA-DER’ê Memê Erkan axivî û wiha got: “Şehîd Sînan ne şehîdê yekemîn e û ne jî dê bibe yê dawî. Şehîdên me her tim pêşeroja me ronî dikin. Şehîd Sînan ji bo rûmeta mirovahiyê tevlî berxwedana Kobanê bû. Serê me her tim bi cangoriyên me bilindin. Em ê her tim ala wan rakin û tu carî jî em ala wan danaynin.” 


‘Şehîd Sînan û 3 zarokên xwe berê xwe dan Kobanê’

Hevserokê DBP’ê a Rihayê Îsmaîl Kaplan jî axivî û da zanîn ku piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo Kobanê banga seferberiyê kir Temel bi sê zarokên xwe re tevlî berxwendaê bû û ji bo hemû Kurdistanê şehîd ket.

Mehmet Temel ê bavê 5 zarokan li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê bi 3 zarokên xwe re tevlî YPG’ê bû û berê jî carekê birîndar bibû û piştî dermankirina li Rihayê careke din vegeriyabû Kobanê. 


 DÎHA/RIHA