´Rihê Mirovan´ ji bo Kayhan Kelhor

Haberleri —

Amadekarên Pêşbaziya Kemanê ya Navneteweyî ya Isaac Stern, serketiyên “Xelata Rihê Mirovan” a îsal eşkere kirin: Yek ji wan hunermendê Kurd Kayhan Kelhor e. Wekî din Xiaoshuijing Miao Farmers Choir (Koroya Cotkarên Xiashuijing Miao) jî heman xelat wergirt.

Ev cara diduyan e ku ev xelat tê dayîn. Ligel xelatê di heman demê de pêşbaziya kemanê jî li dar dikeve. Pêşbirka kemanê îsal 10’ê Tebaxê li bajarê Çînê Şangayê bi navê 2´yemîn Pêşbaziya Kemanê ya Navneteweyî ya Isaac Stern dest pê kir û îro jî wê bi dawî bibe. Ligel vê pêşbaziya kemanê, li ser navê Isaac Stern “Xelata Rihê Mirovan” jî didin kes yan komên keda wan heye di muzîkê de. Hema li cihekî dinyayê kesekê/î yan komekê kedeke mezin dabe muzîkê, kiribe ku bi rêya muzîkê mirov bigihijîn hev, ew mirov û kom tên xelatkirin. Îsal xelat dane Kayhan Kelhor û koma li jor me navê wê bir. Amadekaran sedema dayîna xelatê ji bo Kayhan Kelhor jî wiha rave kir: “Di warê muzîkê de ew xwedî gelek bandoran e, gelek înstrumanên muzîkê bi kar tîne û bi xebatên xwe ji sînorên çandî dibihure, lê di heman demê de kemanjenekî baş e li Îranê.”

Koma xisletên xweser ên gelêrî

Amadekaran ji bo Koroya Cotkarên Xiashuijing Miao jî diyar kir ku ew koroyeke ku ji çar beşan pêk tê, endamên wan di ti warî de bi rêk û pêk perwerde nebûne, lê rêbaza vegotina stranên wan û teknîka bi kar tînin ji nifşên berê heta nişfên niha hatiye û ew wisa jî bi kar tanîn. Performansa wan ne tenê bi hêmayên bel kanto ya herêmî, di heman demê de bi taybetiyên etnîkî yên xweser jî dagirtîne.

Grammy dibiriqî lê ev ji diltir e

Kayhar Kelhor ji Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ye, ji zaroktiya xwe ve muzîkê dike. Wî di nav Orkestraya Radyo Televîzyonê ya Neteweyî ya Îranê de jî cih girtiye. Heta niha li gelek welatan konser dane. Kelhor par di 59’emîn Xelatên Muzîkê Grammy de Xelata Albuma Muzîka Dinyayê ya Herî Serketî wergirtibû.

Kayhan Kelhor û muzîk

Kayhan Kelhor sala 1963´yan li Kirmanşanê ji dayik bûye. Tevî gelek înstrumanan ew nexasim jî li kemaçeyê dide.

Wî di heft saliya xwe de dest bi muzîkê kiriye. Di Orkestraya Televizyon û Radyoya Neteweyî ya Îranê de xebitiye.

Ji gelek kesan dersa muzîkê wergirtiye. Dema 20 salî bû li gel Muhammed Riza Lutfî xebitiye.

Paşê li cihên weke Roma û Ottawayê li ser muzîkê kar kiriye. Her weha li New Yorkê li zanîngehekê dersên muzîkê dide.

Yek ji endamên bingehîn ên projeya Rêya Hevrîşimê ya Yo-Yo Ma, muzîkjenê navdar ê Çînî ye.

Her wela li gel hunermendên weke Alî Ekber Mûradî, Aynûr Dogan, Erdal Erzîncan, Ulaş Ozdemîr, Shujaat Husain Khan, Swapan Chaudhurî, Şahram Nazerî û gelekên din xebitiye û konser dane.

Heta niha bêhtirî deh albuman derxistine.

paylaş

Haberler


   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.