
Di salên 60´î de li cîhanê serdema têkoşîna gelan bû. Li dijî dagirkerî û mêhtingeriyê li Kuba, Laos, Vîetnam, Kore û li hin deverên din rêxistin dihatin avakirin. Ev rêxistin ji bo şoreşa gelan şer dabûn destpêkirin. Li gelek deveran jî şerê gerîlayan dest pê kiribû.
Bipêşketinên li cîhanê diqewimîn, di nav ciwanên Tirkiyeyê de jî bandora xwe çêkiribû. Pêşengiya vê tevgerê jî ji zanîngehan dest pê kir. Xwe wek antî-împeryalîst û antî-Emerîkan didan nasandin. Di nav van ciwanan de Hakî Karer ê ji Ordûyê ji bo xwendinê çûyî Enqerî jî hebû.
Hakî Karer sala 1950´î li navçeya Orduyê Ulubeyê ji dayik bû. Malbatê debara xwe bi çandina Bindeqan dikir. Hakî dibistanên seretayî, navîn û lîseyê li Orduyê qedandin. Paşê li Zanîngeha Enqerê dest bi xwendina fakulteya fenê kir.
Çalakiya yekê û Şoreşger Hakî...
Hîna dema diçû Lîseyê, nihêrînên çepgir û şoreşgeran ecibandin. Tevgera 68an di fik rû ramanên wî de guhertinek çêkir. Wê demê li bajarê Ordûyê mitînga kedkarên Bindeqan çêbû û Hakî Karer jî di vê mitîngê de çalakiya xwe ya yekê pêk anî.
Piştî ku dest bi zanîngehê kir êdî bû ciwanek çepgir û şoreşger. Salên xwendina wî rastî darbeya leşkerî ya sala 1971’ê hat. Di bin bandora şoreşgerên wek Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakaya de ma.
Ha hingê wî Abdullah Ocalan nas kir. Ocalan dema ku sala 1972´an girtî bû, kesek ji aliyê Behra Reş nas kir û vî kesî behsa Hakî Karer û Kemal Pîr jê re kir û got; “tu dikarî li cem van kesan bimînî“; Lewma Ocalan nû ji zîndanê derketibû û cîhê wî yê lê bimîne nebû.
Berê xwe dide Kurdistanê
Ocalan destpêka sala 1973´an bû mêvanê herduyan: “Bi wan re nîv saetê axivîm. Nîv saetê bi şûn ve biryar dan û bûne hevalbendên min.”
Ocalan wekî din wiha behsa keseyatî û şoreşgeriya Hakî Karer dikir: “Piştî pêwistiya şoreşa Kurdistanê fêm kir û têgihişt, pola dawî ya zanîngehê terikand, lihêfa xwe avêt ser pişta xwe û bêyî dudilî berê xwe da welatê ku hîç nas nedikir; ango welatê me Kurdistanê. Yên ku Karer ji nêz ve nas dikin, qet ji bîr nakin, ku wî kincên herî kevin û jihevketî li xwe dikirin û bi mehan rojê tenê danekê xwarin dixwar û di wan şertên dijwar de têdikoşiya. Ji bo mirov û kesên li derdora xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan çavkaniyeke hêja bû. Yên ku li cem wî bûn, nizanibûn dem û saet çawa derbas dibe û her tim dixwestin ku pê re bin.”
Piştî ku hev nas kirin û biryara hevaltiyê dan, hîç ji hev veneqetiyan. Tişta ku ew anîbûn cem hev bîrdoziya rizgariya gelan bû. Wisa ku Ocalan, Karer weke rihê xwe yê veşartî bi nav dikir. “Hakî Karer sembola komê ya fedekarî cesaretê bû. Hakî Karer weka rihê min yê veşartî bû.”
Piştî demekê kesayetên wekî Hakî Karer, Kemal Pîr ramanên Ocalan pejirandin û li kêlaka wî cih girtin. Di bingeh de, di dema pêşketina xebatê de, bi bilindbûna tekoşîna ciwanan re kom mezin bû û di dawiya 1973´an de êdî navên van kesan di nav civakê de dihatin nîqaşkirin.
Bajarê karkeran Dîlok
Dema ku komê biryara vegera Kurdistanê da, ji Enqereyê çû Dîlokê. Sala 1976´an jî dema komê berê xwe da welat, herî zêde li Dîlokê ma. Hakî Karer jî payîza 1976´an çû Dîlokê. Li gel wî Cemîl Bayik jî hebû. Cemil Bayîk destpêka vê rêwîtiyê wisa vedibêje:” Ez û Hevalê Heqî sibehî zû li Dîlokê peya bûn. Bi pereyê dawî yê di berîka xwe de me şorbeyek xwar û em bezîn bazara karkeran. Karmendên ji bo karkeran dihatin, karkeran bi wan re bazar dikir; lê, em ewqas neçar bûn ku derfeta em ji bo rojaneya xwe bazarê jî bikin tine bû û bi yê destpêkê re ji bo nîv rojê em çûn kar. Heya nîvro me bi tenekeyan beton kişand û bi wî awayî me dest bi xebata xwe ya Dîlokê kir”
Hakî Karer li Dîlokê dest bixebatan kir. Hevalên wî jî li deverên Kurdistan belav bûbûn. Mustefa Karasu digot:” Dema ku Hakî Karer ev tevger nas kir û bû rêhevalê serok, derbasî Kurdistanê bû. Yekem kesê ji wan hevalan bû ku çûbû Kurdistanê. Sala 1975´an çû Agirî ji wir çû Êlihê ji wir çû Edenê û di dawiyê de jî çû Dîlokê. Ji bo ku pirsgirêka wî ya zimanê Kurdî hebû, tercîha Dîlokê kiribû.
Ber dawiya salên 70´î ve dewletê ev rêxistina nû dît û berê xwe da vê komê. Dixwest berî ku bibe partî pêşiyê li wan bigire. Kadro û pêşengê vê komê bûn hedefa dewletê. Hêzên kontra xistin dewrê û piştî demekê jî bi navê Stêrka Sor rêxistinek kontra ji aliyê îstixbarata Tirk ve hat avakirin.
Ew roj 18 Gulanê
Wan bihîstibû ku li Dîlokê Şoreşgerekî bi navê Hakî Karer heye. Û xwestin bi wî dest bi karê xwe yê qirêj bikin. Ji wan kesên ku Stêrka Sor avakiribûn yek jê Alattîn Kapan bû. Vî kesî berê di rêxistina THKO de cîh girtibû û piştre jî ji vê rêxistinê veqetiyabû. Alattîn Kapan, ji berê de Hakî Karer nas dikir. Alattîn Kapan hat Dîlokê û xwest bi Hakî Karer re hevdîtinekê bike.
Alettîn Kapan, di nav koma Apociyan de 2 kesên wek Memed Uzun û Bozan Aslan ku ji çepê Tirkan tevlî nav komê bûbûn, bi rêxistin kirin. Cîhê hevdîtinê jî wî tesbît kiribû. Li Pazarbaşi li qehwexaneyekê Memed Uzun û Bozan Aslan hatin ji Hakî Karer re gotin, saet di 12´an de nîqaşek wê çêbibe, li benda tene. Lê Hakî dîsa bi tedbîr bû û ev herdû kes hişyar kirin û got, “ew rêxisineke tehlûke ye, diviyabû hûn bi wan re têkiliyê daneynin”.
Saeta randevûyê Hakî Kare çû cihê civanê xwe, Allatîn Kapan berî ku Hakî Karer bikeve hundir, axafinek kiribû û gotibû “îhtimal e hin Faşîst anha werin vêderê, heger ku werin em ê destûr nedin wan, em ê midaxleyî wan bikin”. Dema ku Hakî Karer ket hundir û dest biaxaftinê kir, ji nişka ve ew gulebaran kirin. Giran birîndar bû ew rakirin nexweşxaneyê. Û li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Karer paşê li Orduyê bi merasîmekê hat veşartin.
Xwîna wî li erdê nema
Piştî êrişê, hevalên wî bi dû zelalkirina bûyêrê ketin. Lêkolînek hat destpêkirin û di encame de gihîştin hemû agahiyan: Alettîn Kapan organîze kiribû, Bozan Aslan û Memed Uzun jî hatibûn bikaranîn. Alettîn Kapan li Dîlokê di malekê de, xwe veşartibû û hevalên Karer dor li wî girtin. Polîsên Dîlokê bi hewara wî ve hatin û ew xelas kirin. Piştî demekê li Îskenderûnê hat cezakirin. Piştî wê jî Bozan Aslan û Memed Uzun hatin kuştin. Piştî qetilkirina Hakî Karer PKK´ê biryara partîbûna da û ev biryar 27´ê Mijdara sala 1978´an de li Amedê li gundê Fîsê bi cih anî.