Li dewama Torosên başûr-rohilat, li çiyayên Sason û Xerzanê Serhildana Eliyê Ûnis a ku 7 salan lehengiyeke mezin nîşan da, mirov dikarin bêjin ku berxwedaneke naqede. Rindîxan a di berxwedana Sasonê de sembola jinên li eniya pêş şer dikir bû, teslîmiyet red kir û ji pirê xwe avêt Çemê Sasonê û jiyana xwe ji dest da. Piştî du nifşan neviyên xwe yên li refên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan Rindîxan Kayran (Nazlican) û yek ji fermandara gerîla Leyla Altan (Arjîn Xerzan) a li Xîzana Bêdlisê li dijî artêşa Tirk şer kir û bi 14 hevalên xwe yên jin re jiyana xwe ji dest da.

Leyla Altan bi nasnavê xwe Arjîn Garzan beriya niha bi 2 salan li bejahiya navçeya Bêdlis Xîzanê, di operasyona hewayî ya artêşa Tirk de bi 14 hevalên xwe yên jin re jiyana xwe ji dest da. 15 jinên Xerzanê yên du rojan berxwedaneke bêhempa nîşan dan û serî li pêşberî teslîmiyetê netewandin, heta nefesa xwe ya dawî şer kirin.
Bêguman ev berxwedana destanî xwedî paşerojekê ye. Em ketin dû vê paşerojê û me xwe gihand mala beriya niha bi 85 salan li çiyayên Sasonê bi berxwedana xwe re destan nivîsand, yanî Mala Eliylê Ûnis. Û bêguman di vê rêwîtiya xwe de em rastî ji zarokên Eliyê Ûnis li berxwedana destanî ya Rindîxanê rast hatin, ku bi berxwedana xwe re bû mijar ji stranan re.
Emê hewl bidin jina leheng a çiyayên Sasonê sembola berxwedanê Rindîxan û Rindîxanên hemdem ên heman berxwedana lehengiyê nîşan dan û tevli karwanê nemiran bû, vebêjin.

Mala Eliyê Ûnis yanî Qewmê Çiyê

Mala Eliyê Ûnisê a li quntarên çiyayên Sasonê dijî û bi sedsalan bi mertî, durustî û lehengiya xwe weke Qewmê Çiyê dihat naskirin. Tevî hemû komkujî, sirgûn û talanê, îro jî li refên têkoşîna azadiyê ya Kurd, li dijî neheqî, înkar û zilmê radiweste. Mala Eliyê Ûnis ku ji bo gelê herêma Xerzanê fedekariyek bi can û malê xwe nîşan dan, bi sedan salan di têkoşîna Kurdan de cihekî girîng girt. Mala Eliyê Ûnis di dawiya sedsala 19'an de ji bo rewşeke xweser li dijî li çiyayên Salonê li dijî Împaratoriya Osmanî dest bi berxwedanê kir û heta destpêka sedsala 20'an ev berxwedana xwe dewam kir. Herî dawî di sala 1915'an de ji bo li Kurdistanê bibe xwedî gotin, ket nava hewldana konfederasyona eşîrê ya herêmê û bi avabûna komarê re li dijî înkara Kurdan di sala 1925'an de careke din serî rakiriye. Ev rewşa bênavber a berxwedanê, her çend gelek caran bi komkujî, tinekirin û sirgûnê bi encam bûbe jî, heta sala 1932'an dewam kiriye.
Neviyê Eliyê Ûnis Mehmet Altan ê ku lîderê Serhildana Sasonê ye dibêje ku piştî raperînê malbata wî li Sûriyeyê xwe li dewleta Fransayê girtiye û li bajarokekî nêzî Şamê hatiye dunyayê. Altan ê ku hînê Serokatiya BDP'ê ya Navçeya Qûbînê dike tîne ziman ku dema ew çar mehî bû, li herêma Xerzanê cihê bav û kalên xwe vegeriyane û destnîşan kir ku ji bo azadiya gelê Kurd ew têkoşîna xwe hînê dewam dikin.

Di her derfetê de serî hildan

Altan berxwedana Sasonê kurteber dike û bi vî rengî behsa wan rojên raperînê dike: "Malbata min li dijî Osmanî di sala 1857'an de bi lîderiya kalkê min ê mezin Elî dest bi berxwedana destpêkê dike. Heta sala 1890'î teslîm nebûye û li pêşberî Împaratoriya Osmanî serî netewandiye. Lîderiya berxwedana duyemîn a Sasonê jî Eliyê Ûnis dike. Li belê di sala 1915'an de konfederasyonên eşîrên herêmê û bi peyaman aqilmendan li ser li hev kirin re, hewldanên wan ên rêxistinbûyîna xweser li herêmê çê dibe. Lê belê ji ber ku eşîrên li derveyî derdora çiyayên Qûbîn, Sason û Farqînê desteka xwe kişandin û dewletê dest bi qirkirinê kir, ev tevger bê encam dimîne. Di sala 1925'an de vê carê bi pêşengiya kurê Eliyê Ûnis Mihemedê Elî, di heman dema raperîna Şêx Seîd de mora xwe diavêjin binê sê serhildanan. Lê belê weke ku tê zanîn serhildana Şêx Seîd bê encam ma û hemû lîder hatin darvekirin. Raperîna Şêx Seîd bidawî bû, lê belê li çiyayê Sasosnê berxwedan dewam dikir. Rewşa raperîn û serhildanê heta sala 1932'an dewam kir. Bêguman di nava vê demê de 7 caran raperîn tepisandin û ferdên malbata me û gelê herêmê yê destek da berxwedanê hatin sirgûnkirin. Sirgûna herî dawî sirgûna Sûriyeyê ye. Fransayê destûr da ku berxwedêrên Sasonê derbasî Sûriyeyê bibin. Bi hewldana Waliyê Sêrtê re di encama peymana li Qûbînê hat morkirin de beşek ji jinan pîr û zarok li Şam, Qamişlo û Efrînê bicih bûn. Di dema koçberiyê de artêşa Tirk bi dehan kes qetil kir an jî winda kir. Beşek ji malbatê xwe gihand Sûriyeyê. Hînê beşek ji ferdên malbata me winda ye, em nizanin ka sax in an mirîn e. Di sala 1960'î de em li xaka xwe vegeriyan. Ez li Sûriyeyê hatim dunyayê û dema çar mehî bûm, malbata min vegeriyaye xaka xwe."

Jinên leheng ên Serhildana Sasonê

Ji neviyên Eliyê Ûnis Nûhat Altan jî bi salane di nava têkoşîna jinê ya azad de roleke aktîf digirie. Altan a ku di nava BDP'ê de wezîfeya rêveberiyê dike, gazinan dike ku jinên 7 salan di berxwedana Sasonê de li eniya pêş şer dikirin nayên dîtin û li pişt hatine hiştin. Altan ku di heman demê de xwişka mezin  a Arjîn Garzan (Leyla Altan) e, bi vî rengî behsa kevneşopiya berxwedana jinên kurd a di malbata xwe de dihe: "Pîrika me Dadê Dirê ji me re behsa zilm û komkujiyên dewletê dikir. Wê her tim behsa berxwedana Eliyê Ûnis dikir. Digot jinên qewmê Xerzanê jî bi dehan salan li çiyê berxwedaneke mezin dan. Hingî jin ti carî bê debançe nediman. 7 caran bi ser raperînê de çûne lê belê dîsa jî hêza xwe kom kiriye û li çiyayên Mereto û Kermelehê ji bo azadiyê bicih bûne. Ji destana pîrika me Dirê ji me re behs dikir aliyê ku herî zêde bandor li me dikir berxwedana jinê bû, ku hem zarokên xwe xwedî dikir hem jî mîna mêranl i eniyê şer dikirin. Her çend artêşa Tirk komkujiyên hovane kir jî, berxwedêren Sasonê gelek caran tabûnek ji leşkeran bi temamî ji holê rakirin û teslîm girtin. Lê belê leşkerên dîl hatine girtin, bi tenê çek û erzaqa wan ji wan hatiye stendin û dûre serbest hatine berdan."

Li dijî teslîmiyetê xwe avêt çem

Altan diyar kir ku di dema berxwedanê de jineke xwe li şikeftê veşartibû, ji bo leşkerên li derdorê bi wan nehesin, devê zarokê xwe yê digiriya bi kevnik girt û ji ber vê yekê zarokê wê jiyana xwe ji dest daye û bi vî rengî behsa rwşa jinê kir: "Jin li şikefteke mezin xwe vedişêrin û dema dibînin leşker tên ji bo leşker bi wan ne hesin, zarokê digirî devê wî bi kevnik digire. Lê zarok difetise. Ev jin, di şûna 78 jinan de zarokê xwe weke berdêl dide. Li şikefteke din ji jinên dor li wan hat pêçandin Rindîxan, Reqiya û Taqîbat dîl hatin girtin. Lê belê her sê jinên dema dîlgirtîbûn teslîmiyet qebûl nekirin û dema di ser pira Malabadî re derbas dibûn xwe avêtin nava ava dijwar a çem. Rindîxan şehîd dikeve û dibe sembola jinên Kurd û berxwedana Sasonê.
Altan diyar dike ku ji berxwedana Sasonê heta Têkoşîna Azadiyê ya Kurd navê Rindîxan hat hilgirtin û îro navê bi dehan gerîlayên jin Rindîxan e. Altan dibêje, "Jinên ji malbata Eliyê Ûnis di dema dîroka xwe de ti carî ji ruhê berxwedanê tawîz nedan. Mînaka vê ya herî berçav jî; şukir ji xwedê re bi dehan jinên me di têkoşîna azadiyê ya Kurd de ji bo azadiya gel bi şeref têdikoşin. Hin ji wan gihaştine şehadetê. Keça Xalê min a bi navê Rindîxan Kayra jî (Nazlican) li çiyayê Kurdistanê li gorî şana vî navî şehîd ket. (Di êrîşa hewayî ya Rustem Cûdî jî lê şehîd ket.) Û herî dawî xwişka min Leyla (Arjîn Xerzan) beriya 2 salan li Xerzan a Bêdlisê bi 14 hevalên xwe yên jin re, piştî berxwedaneke destanî şehîd ket."

Arjîn bû nûnera rûhê berxwedanê  

Ji neviyên Eliyê Ûnis Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Sinemxan Adsan jî, keçek û kurekî wê beriya 21 salan tevli refên PKK'ê bûn. Adsan ku xaltîka fermandara gerîla Leyla Altan e destnîşan dike ku Arjîn Xerzan ruhê sembola berxwedana Sasonê Rindîxan hildigirt û bi van gotinan behsa berxwedana Sasosnê û mala Eliyê Ûnis dike: "Li çiyayên Sasonê mala Eliyê Ûnis berxwedaneke gelekî mezin nîşan da û dibe ku zêde nayê gotin lê belê jinan mîna xortan li eniya pêş cih girtin. Rindîxan li dijî teslîmiyetê, bi du xwişkên xwe re xwe avêt nava çemê Sasonê. Yên bi saxî ji berxwedana mezin a Sasonê rizgar bûn derbasî Kurdistana Sûriyeyê bûn û jiyana sirgûnê jiyan. Herî dawî me xwe ji têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê venegirt û me cih girt. Me bi dehan şehîd dan û hînê gelek ciwanên me li refên têkoşîna azadiYê ya Kurd cih digirin. Kurekî mîn û keçeke min jî li nava refên PKK'ê ye. Beriya 21 salan beşdar bûn û helwestek hêjayî malbata me nîşan dan. Me her tim ev yek hînê zarokên xwe kir; Berxwedan ew e ku mirovek karibe ji bo azadiya xwe bimire. Mirov carekê tê dunyayê û carekê dimire. Lê belê ya hêja mirina bi şeref e. Hêvîdarim heta mirinê jiyaneke bi rûmet wê para me be."


FERHAT ARSLAN/ANF/ÊLIH