Serokê Odeya Tebîban a Wan-Colemêrgê Ozgur Deger û Serokê Odeya Tebîban a Bedlîsê Osman Fatîh Şanli gotin, girtiyên ku pergala wan a parastina bedenê lawaz e, divê tavilê bên berdan.

Têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê (Covîd-19) dewam dike. Pandemiya ku heta niha li zêdeyî 170 welat û herêman belav bûye, di serî de li Çîn, Îran, Îtalya û Spanyayê li tevahiya cîhanê bûye sedema mirina zêdeyî 16 hezar kesî. Li Tirkiyeyê jî hejmara qurbaniyan zêde dibe.

Bi belavbûna vîrûsê re fikarên li ser girtîgehan zêde dibin; jixwe, rejîma AKP’ê girtîgeh dagirtine.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Umît Dede da zanîn ku hefteya derbasbûyî di vî warî de wan hevdîtin bi rayedarên hikumetê re kirine, xwestine ku girtîgeh bên valakirin, lê hikumetê heta niha gaveke berbiçav neavêtiye.

Di serî de partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, hêzên demokratîk bi daxuyaniyan û kampanyayên li ser medya civakî bang dikin ku di vê mijarê de bi lezgînî gav bên avêtin.

Divê tavilê girtî bên berdan

Li Bedlîs, Colemêrg û Wanê gelek zindanên dewleta Tirk hene û metirsiya tenduristiyê ya li zindanan heye.

Serokê Odeya Tebîban a Wan-Colemêrgê Ozgur Deger anî ziman ku şewba vîrûsa koronayê li gorî grîbê zûtir û bi lez belav dibe û hîn dijwar belav dibe.

 

ANF/WAN