Endamê Rêveber ê Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk û Endamê Komîteya Ciwanan a Meclîsa Sivîl a Tebqayê Yûsif El-Xelawî derbarê rola ciwanên Tebqayê  de, di jinûve avakirina civakê de axivî û destnîşan kir ku çeteyan dema bajar dagir kiribû, rola ciwanan a bipêşxistina civakê tine kiribûn. Wî wekî din got, piştî bajar hat rizgarkirin ciwan dê di avakirina civakê de bi rola pêşengiyê rabin.

Yûsif El-Xelawî axaftina xwe wiha domand: “Wekî tê zanîn ciwan, di guhertina civakan de xwedî hêz in, ji ber vê yekê rola ciwanan di avakirina civakê de li Tebqa û gundearên wê de, dê pêşeng be. Di heman demê de wê ciwan rola xwe di Meclîsa Sivîl a Tebqayê de jî bigrin.”

Yûsif diyar kir ku ciwanên Tebqayê dê piştgiriya hêzên leşkerî yên rewa û QSD`ê bikin û got, ew hêza tekane ne ku  nûnertî û parastina wan dikin.

Endamê Rêveber ê Meclîsa Ciwanên Sûriya Demokratîk û Endamê Komîteya Ciwanan a Meclîsa Sivîl a Tebqayê Yûsif El-Xelawî di dewama axaftina xwe de wiha peyivî: “Dema çeteyên DAIŞ`ê bajarê Tebqayê dagir kiribû, ruhê pêşengtî û çalakbûna ciwanan hatibû çewisandin. Rûmeta wan jî binpê kirinbûn.”

Yûsif wiha dawî li axaftina xwe anî got: “Ciwanên Tebqayê dê destê xwe bidin hev û destekê bikin QSD`ê û beşdarî akademiyên leşkerî bibin û parastina welatê xwe bikin.” 


 ANHA / REQA