Erbane yek ji wan amûran e ku di gelek baweriyên qedîm yên Kurdistanê û giştî Mezopotamya de tê lêxistin. Yarsanî bi çavekî zehf pîroz li Erbanê dinihêrin û di heman demê de li gel wan amûreke ayînî ye. Di nava terîqeta Qadirî û Êzîdiyan de tê lêxistin. Di mewlûd û hinek merasîmên din yên olî yên Îslamî de jî tê lêxistin. Li gel Hewramiyan jî bi taybetî di cejna Pîrşalyar de li vê amûrê tê xistin.
Mala Ciwanan mala defê ye jî
Koma Erbane ya Jinên Ciwan yên Germiyanê, rojane li Beşa Hunerî ya Mala Ciwanan ya Kelarê dicivin, xwe perwerde dikin û amadekariyan dikin ji bo beşdarbûna çalakiyên hunerî. Heta niha jî ev kom beşdarî gelek çalakiyên hûnerî yên herêmê bûye.
Deriyê wan li her kesê vekirî ye
Koma Erbaneyê ya Jinên Ciwan zêdetir li wan rîtm û stranên cûreyên evînî û şah-mîrî dixe. Çavkaniya van rîtman jî para bêhtir Rojhilatê Kurdistanê ye. Wekî din ev koma erbanê bi pirranî li rîtmên govendên Kurdî yên weke dû-çar, çepkê û geryanê dixe.
Endamên komê jî diyar dikin ku ew girîngiyê didin bi xebatên hunerî û bipêşxistina hunerê def û dibêjin, deriyê wan vekirî ye ji her kesa ku dixwaze xwe di vî warî de bi pêş bixe. Rîtma qedîm bi destê jinan
Jinên ciwan ên Germiyanê bi Koma Erbaneyê rîtmên qedîm û rîtmîn muzîka Kurdî di çalakiyên hunerî de vedijînin. Du-çar, çepkê û geryan ji van rîtman in û endamên komê bi htîmam dibêjin, deriyê me li her kesê vekirî ye.
BOTAN GERMIYANÎ
ROJNEWS / GERMIYAN
Jinên Ciwan yên Germiyanê bi armanca bipêşxistina qabiliyeta xwe ya hunerî û geşkirina hûnerê qedîm yê gelên Mezopotamyayê, komek avakirine û tevlî hemû çalakiyên hûnerî dibin.
Erbane bi navê din def, yek ji amûrên herî qedîm yên hevbeş ên gelên Mezopotamyayê tê qebûlkirin. Kurd, Fars, Ereb, Ermenî, Keldanî-Sûryanî di hemû merasîmên hunerî û ayînî de weke amûreke pîroz cih didin erbanê. Di nava Kurdan de jî hem di navê terîqetan de, hem di nava Yarsan û Êzîdiyan de jî di merasîmên ayînî de xwedî cihekî pîroz e. Jinên di Koma Erbaneyê ya Jinên Ciwan de jî dibêjin, ew hem dixwazin qabiliyeta xwe ya hûnerî bi pêş bixin hem jî bi lêxistina erbanê vî hunerê qedîm ya Kurdî dewam bikin.
Dengê mîstîzma Kurdistanê ye
Erbane yek ji wan amûran e ku di gelek baweriyên qedîm yên Kurdistanê û giştî Mezopotamya de tê lêxistin. Yarsanî bi çavekî zehf pîroz li Erbanê dinihêrin û di heman demê de li gel wan amûreke ayînî ye. Di nava terîqeta Qadirî û Êzîdiyan de tê lêxistin. Di mewlûd û hinek merasîmên din yên olî yên Îslamî de jî tê lêxistin. Li gel Hewramiyan jî bi taybetî di cejna Pîrşalyar de li vê amûrê tê xistin.
Mala Ciwanan mala defê ye jî
Koma Erbane ya Jinên Ciwan yên Germiyanê, rojane li Beşa Hunerî ya Mala Ciwanan ya Kelarê dicivin, xwe perwerde dikin û amadekariyan dikin ji bo beşdarbûna çalakiyên hunerî. Heta niha jî ev kom beşdarî gelek çalakiyên hûnerî yên herêmê bûye.
Deriyê wan li her kesê vekirî ye
Koma Erbaneyê ya Jinên Ciwan zêdetir li wan rîtm û stranên cûreyên evînî û şah-mîrî dixe. Çavkaniya van rîtman jî para bêhtir Rojhilatê Kurdistanê ye. Wekî din ev koma erbanê bi pirranî li rîtmên govendên Kurdî yên weke dû-çar, çepkê û geryanê dixe.
Endamên komê jî diyar dikin ku ew girîngiyê didin bi xebatên hunerî û bipêşxistina hunerê def û dibêjin, deriyê wan vekirî ye ji her kesa ku dixwaze xwe di vî warî de bi pêş bixe.