Par demsala zivistanê ji bo Kurdan pir xedar derbas bû. Hêzên dagirker bi operasyonên xwe yên qirkirinê xwestin aqûbeta gerîlayên Tamîlê bînin serê tevgera Kurd. Nûner û berdevkên tevgera Kurd bi dehan car daxuyand ku mercên Srîlanka û Tirkiyeyê ji hev cuda ne. Lê belê stratejîst û aqilmendên dewletê ji ya xwe nehatin xwarê, hemû deriyên çareseriyê girtin, bi ser de jî ji ber rewşa heyî Kurd tawanbar kirin.
Kurdan jî li aliyekî li ber xwe da û li aliyê din jî li ser zar û zimanê seydayê nemir Cegerxwîn got, “Kengî bi xêr tête bihar!” Piştî ku bihar bi xêr û xweşî hat, hewa germ bû, îcar gerîla daketin qada şer û însiyatîf bi temamî kete destê wan. Di encamê de şer gihaşt asta herî bilind. Niha gelek nivîskarên Tirk dibêjin, “Cara pêşîn e ku şer ew qas gur dibe.”  Ez bawer dikim, niha jî rayedarên AKP’ê dibêjin, “Xwedê bike, rojekê berî roja din kuliyên berfê bi ser xaka Kurdistanê de bibarin û gerîla vekişin baregehên xwe.”
Ev mijar li aliyekî, êdî her kes gihaşt vê bîr û baweriyê ku ev kêşe bi şer û lêdanan çareser nabe. Li gorî ragihandina çavkaniyên HPG’ê di nav salekê de nêzî 2 hezar leşker hatine kuştin, bi sedan gerîla jiyana xwe ji dest daye.  Çavkaniyên Artêşa Tirk her çiqas hejmarên berovajî bidin jî ew jî qebûl dikin ku di nav salekê de bi sedan leşker hatine kuştin. Şer her ku diçe zêdetir dikeve qonaxeke dijwar û kêşe her ku diçe girantir dibe.  Her roja ku derbas dibe me zêdetir ber bi şerekî navxweyî ve dehf dide.
Li hemberî vê yekê mirovên xwedan wîcdan divê çi bikin? Herhal dê miriyan nejimêrin û nebêjin me jî zêdetir kuştin, nexwe em serkeftî ne. Ji ber ku zarokên ku têne kuştin zarokên her du gelan jî bêguneh in. Qurbaniyên vî şerê xedar in. Qurbaniyên azwerî, tengbînî, çavsorî û bêkêriya mirovên din in. Ango qurbaniya qelsî û lawaziya me ne, em ên ku ji der ve li meseleyê temaşe dikin û ji “şervanên xwe” re li çepikan didin.  Kesên ku vê yekê napejirînin jî hene; Halîl Savda yek ji van kesan e ku ev nêzî mehekê ye, ji Roboskiyê ber bi Enqereyê dimeşe. Girtiyên azadiyê yên ku niha ketine rojiya mirinê jî dîsa riya aştî û çareseriyê nîşanî me hemûyan didin.
Mixabin hêzên aştîxwaz û demokrat di vê dem û heyamê de bêdeng û bê helwest in. Di vê demê de tu çalakiyên sivîl û demokratîk ên girseyî pêk nehatin. Jixwe hin hewldanên ku pêk hatin jî ji hêla hêzên dewletê ve hatin astengkirin, lê heke bi rastî gel bi awayekî girseyî daketa qadan, kesî nedikarî rê li ber bigirta.
Êdî bernameya çareseriyê derketiye holê, her tişt zelal bûye. Lewre jî karê kesên ku aştî û çareseriyê dixwazin ji berê hêsantir e.  Her wiha digel hemû tund û tûjiya derdorên şerxwaz û faşîst jî civaka Tirk ji berê zêdetir piştgiriya aştî û çareseriyê dike. Tiştê ku kêm e, tevgereke rasteqîn a aştîxwaz e, tevgereke sivîl û demokratîk e.
Mercên bereyekî mezin ê aştî û azadiyê pêk hatine. AKP her çiqas hê piraniya dengan bi dest dixe jî êdî di nav civakê de li hemberî wê dijberiyeke berfireh pêk tê. Kirin û tevgerên wê yên li dijî Kurdan, alewiyan, jinan, kedkaran û xwezaparêzan êdî ji aliyê her kesî ve tên dîtin. Heke ev beşên civakê di bin ala bereyekî demokratîk de werin ba hev,  dikarin AKP’ê têk bibin û riya aştî û çareseriyê vekin.­­­