Nivîskarê navdar Vedat Turkalî, der barê operasyona li ser navê KCK'ê ji sala 2009'an heta niha li ser siyasetmedarên kurd û nivîskaran tê meşandin nirxand. Turkalî, bal kişand ser pêkanînên li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û anî ziman ku herî dawî di vê çarçoveyê de Prof. Dr. Buşra Ersanli û nivîskar Ragıp Zarakolu jî hatin girtin. Turkalî, wiha got: "Ev kesên tên girtin em wan baş nas dikin. Gelo armanc û fikara vê girtinê çiye. Ez hevsera Ragip Zarakolu Ayşenur Zarakolu baş nas dikim. Xelata "Azadî û Ramanê" ya Ayşenur Zarakolu dan min û ez pir bextewar bûm. Zarakolu, ji bo çanda Tirkiyeyê xizmetên mezin kirin. Ez ji van insanan hez dikim û qîmetê didim wan. Ne pêkan e bên ji bîr kirin."
‘Hedê xwe zanibe’
Turkali helwesta Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn a "Li Paşeroja Ersanli binerin komînîsta berê ye" rexne kir û wiha got: "Heddê xwe bizanibe. Hûn hewl didin ku têkvin Yekîtiya Ewropayê. Hêj hûn komînîzmê wekî sûc dibînin. Ersanli kesek wêrek, têkoşer û leheng e." Kesên min nas dikin dizanin. Min di jiyana xwe ya 93 salan de 75 salan têkoşîna komunizmê da. Ji min re jî dibêjin tu zinamê xwe dirêj dikî. Bila heddê xwe zanibin. Kes nikare zimanê xwe dirêjî fikr û ramanên min bikin.
‘Xemgîn dibim’
Turkalî, anî ziman ku armanca operasyonên li ser navê KCK'ê tên meşandin jêkirina zimanê kurd e û wiha axivî: "Dixwazin zimanê kurd jêkin" Endama BDP'ê ya komîsyona Makeqanûnê Ersanli li ser navê kurdan ji bo makeqanûnê di nava hewldanan debûn. Di bin çavan de jî got 'Ji kerema xwe re min berdin ku ez ji bo makeqanûnê bixebitim' Lê armanca vana zimanê kurdan jêkin û dengê wan qut bikin.
Turkalî destnişan kir ku astengiya hevdîtina li ser Rêberê PKK'ê Ocalan 116 rojin berdewam dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê dewlet dest ji înada xwe berde. Tenê riyek çareseriyê heye. Ew jî Heval Ocalan e. Li şûna wî di zindanê de tecrîd bikin bila bi wîre rûnên û pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin."
MERYEM YILDIRIM - DÎHA/STENBOL