Operesyona Meclîsa Leşkerî ya Minbic û gundewarên wê, ya ‘rizgarkirina Minbicê’ gav bi gav gelek gund û deverên weke baregehên çeteyên DAIŞ’ê yên perwerdekirin, depokirina cebilxane, cihên fihûşê û hwd. li hawirdora Minbicê bikar dianîn, tên rizgarkirin.

Di encama operasyonê de pêr li derdora Bendava Tişrînê gundên Xirbit El-Eşra û Wexfiyê Ebû Qelqel en dikevin rojavayê Çemê Firatê, doh jî gundê Meqbelet Hesen Axa û Neîmiyê hatin rizgar kirin. Li eniya Tişrînê ku nêzî gundê Xirbet Rûs jî çiyayê Um Şerac û çiyayî Eltewîl ê stratejîk hatin bidest xistin. Di operasyonê de yek jê serçete 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. 


Hatin alîkariya şervanan

Pîremîrên Mibicê jî çekên xwe hildan û berê xwe dan çeperan. Operasyonê di roja xwe ya çaremîn de bi tevlîbûna pîremîran rengekî din stand. Ev kesên temenên wan mezin in, bi çekên xwe yên kevnar wekî Berno berê xwe dane eniyan û şerê çeteyan dikin.


Alîkariya Tirkiyeyê ji bo çeteyan qut dike

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced diyar kir ku rizgarkirina bajarê Minbicê tê wateya rizgarkirina yek ji bajarên ku ji bo çeteyan navend bû.  Ebû Emced da zanîn ku giringiya vê operasyonê ji giringiya Minbicê tê û wiha axivî: “Ji ber ku çete Minbicê weke riya nefesgirtinê û destekgirtina ji Tirkiyeyê bikar tînin û bi rizgarkirina vê deverê riya çeteyan riya çeteyan tê birîn.


‘Wê çete ji sedî 90 tune bibin’

Ebû Emced da xuyakirin ku rizgarkirina Minbic tê  wateya ku ji sedî 90 çeteyên DAIŞ’ê li Bakurê Sûriyeyê bê tunekirin û got: “Bajarê Minbicê di aliyê giringiyê û komkirina çeteyan piştî Reqayê di asta duyemîn de tê.”

Ebû Emced diyar kir ku ewê bajarê Minbicê ji çeteyan rizgar bikin û ewlehiyê li herêmê bicih bikin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Piştî rizgarkirinê eger bê xwestin em ê jî destek bidin meclîsa herêmî.” 


 ANHA/KOBANÊ




QSD’ê koçberan digihîne Efrînê


Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku ji bo derbaskirina koçberên ji herêmên Şehbayê korîdorek vekiriye, koçberan pêşwazî dike û wan derbasî Efrînê dike.

Fermandarê Ceyş El-Siwar a di bin sîwaneya QSD’ê de tev digere, Ebû Miseb ku li devê korîdora mirovahî ya derbaskirina koçberan sekiniye da zanîn ku pêla koçberan ji herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ’ê û îtîlafê de ne, dewam dike.

Ebû Miseb diyar kir ku şêniyên wan herêman ji ber pevçûnên di navbera çeteyan de rû didin de berê xwe didin Kantona Efrînê û got: “Koçberên tên Efrînê hin li gel xizmên xwe bicih dibin, hin jî navên xwe tomar dikin ku li kampa Robar werin bicihkirin. Meclîsên gundên herêmên Şehbayê yên rizgarkirî jî koçberan pêşwazî dikin.” Fermadarê El-Siwar go; “Ceyş El-Siwar û QSDꞌê amade ne li hemberî êrîşên çeteyan, sivîlan biparêzin.” Ji 25’ê Gulanê heta 1’ê Hezîranê 12 hezar û 624 koçber ji herêmên Şehbayê derbasî Kantonê bûne. 


 ANHA/EFRÎN