Ekîbên Îtfaiyeya Şaredariya Bismilê di nava 11 mehan de ji bo 74 qezayên li ser vê rêyê pêktên hatin gazîkirin. Tê gotin ku di qezayên qewimîn de 19 kesan jiyana xwe ji dest dane û 37 kes jî birîndar bûn e. Ekîbên îtfaiyeyê diyar kirin ku tenê ji bo wesayîtên di şidîn qazî dikin û lê qeza hêj zêdetir in. Li gorî daneyên Nexweşxaneya Dewletê ya Bismîlê jî li navçeyê di nava 11 mehan de 326 kes birîndar bûn e, kesên jiyana xwe ji dest dan nehatine qeydkirin. Tê gotin sedema qezayan xebata riya duble ya hêj bi dawî nebûye.
Şaredarê bajaroka Salatê yê AKP'î Ferît Başak têkildarî qezaya 2 roj berê ya 25 kesan jiyana xwe ji dest da agahî dan û diyar kir ku her roj bi hezaran wesayît di wê rê de diçin lê levheyên şaş hatine danîn. Başak, anî ziman ku nêzî bajarokê hefteyê 2 qeza pêktên û wiha got: "Riya di navbera Êlih û Amedê bi satîkê çêkirin e. Ev yek jî dibe sedema kevirên ji tekereyên wesayîtan difirin û çamên wesayîtên din dişkênin. Dema cam dişkên qeza jî pêktên. Li tu cihên Êlihê riyên ewqas tê bikaranîn bi vî şiklî nehatiye asfaltkirin. Piştî xebata riya duble ya riya bejayî 2 meh derbas nebûn xirabû. Min jî gelek caran di vê rê de talukeya qezayan derbas kir."

'Levheyên hişyaiyê tunene'
Keyayê bajaroka Salatê Nîhat Baytar jî diyar kir ku ji ber mûtahîdê rê çêdikr reviya rê baş nehate çêkirin û wiha got: "Piştî rê çareke din xirabû riyên bejayî mudaxele lêkir. Ji ber ku asfalta belavkirin riyê baş negirt dibe sedema qezayan. Ev 2 mehin li ser aliyekî riyê xebat heye. Dema xebata rê hebe divê levheyên hişyariyê hebin. Lê tu levheyên hişyariyê tunene. Ji ber vê yekê ajokar nizanin dê di kîjan alî de biçin. Di ketina Salatê de her tim qeza pêktên. Di nava mehekê de nêzî 10 qeza pêkhatin."

'Berpirsiyarê komkujiyan  riyên bejayî ye'
Welatiyê bi navê Musa Tufan jî wiha got: "Berpirsiyarê mirinan riyên bejayî ye. Tu tedbîran nagire. 3 roj berê ez careke din bûm şahidê qezayeke din û min 3 kes ji wesayîtê derxistin. Divê êdî rayedar van komkujiyan asteng bikin. "
Rayedarên 9'emîn Midûriyeta Herêmê ya Riyên Bejayî ya Amedê jî diyar kir ku ew der heqê qeza û xebatên rê de nikarin agahiyan bidin. Rayedaran, da zanîn ku berpirsiyarê agahiyan bide Midûriyeta Giştî ya Riyên Bejayî ye. Li Midûriyeta Giştî ya Riyên Bejayî em negihiştin tu rayedaran.

YILMAZ ERKEK - DÎHA/AMED