Hêzên Ewlehiya Hundir ji bo gel di bazarê de bi hesanî bigere, lez dan xebatên trafîkê û rê nadin maşin di nava bazarê de li nav rêyan rawestin û rê bigrin. Ji ber ku hejmara maşinan li bajarê Amûdê zêde bûye û maşin demeke dirêj bi awayekî zêde li ber rêyên sereke radiwestin, Hêzên Ewlehiya Hundirîn yên hatûçûnê, hat û çûyina bajar û bazarê wê bi rêxistin dikin. Her wiha polîsan ji bo ku tirompêl li cihên taybet werin rawestandin, dewriyên xwe ji saet di 8.00’an heta 13.00’an de derdixin. Kontrole xwe zêde dikin.

Derbarê mijarê de Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn yên hatûçûyînê Sadûn Hac Qasim wiha got: “Me beriya 2 mehan dest bi karê xwe kiriye. Di destpêkê de hin astengî ji aliyê xwediyên tirompêlan ve li pêşiya me derketin, lê niha em nahêlin tirompêl bi awayekî tevlîhev rawestin û em karê xwe bi rêk û pêk dimeşînin.” Welatiyan û xwediyên firoşgehan derbarê vê yekê de kêfxweşiya xwe anîn ziman. Xwediyê firoşgeha Elaa Mihemed diyar kir ku qelabalixiya zêde dibû sedema gelek rûdanan, lê hêzên ewlehiyê hatûçûyînê bi karê xwe rabû, hat û çûyîn hate birêxistinkirin û ew bi vê yekê gelekî kêfxweş in. Hêzên Ewlehiya Hundirîn yê hatûçûyînê girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Amûdê ye.

ANHA/AMÛDÊ