Ji Fermandarên QSD`ê Rojda Felat axivî û da zanîn ku pêngava rizgarkirina Tebqayê ber bi dawî ve diçe û hebûna sivîlan li bajar nahêle ku QSD`ê bi lez bi pêş ve biçe. 

Rojda roja destpêkirina rizgarkirina bajarê Tebqayê bi bîr xist û got:”Di 21`ê Adarê de pêngava dorpêçkirina Tebqayê hat destpêkirin û ji wê rojê heta niha gelek destkeftî ji aliyê hêzên me ve hatin bi dest xistin û cenazeyên çeteyan ketin destê hêzên me”.

Derbarê çekên dewleta Tirk ku li ser çeteyên DAIŞ`ê li bajarê Tebqayê ketin destê şervanên QSD`ê, Rojda ev agahî da:”Di rojên pêngavên ên derbasî bûyî de hêzên me çek û cebilxaneyên ku dewletan dabû çeteyên DAIŞ`ê desteser kirin”.

Derbarê derengmayîna pêşeveçûyînên QSD`ê li bajarê Tebqayê, Roja Felat sparte tu bendên sereke û got:”Benda yekê ku dibe asteng hêzên me bi lez bi pêş bikevin, hebûna sivîlan e. Benda duyemîn, ji bo zerar neghêje hêzên me û gel, şervanan mayînan li pêşiya xwe paqij dikin û hêdî hêdî bi pêşve diçin”.

Ji Fermandarên QSD`ê Rojda Felat da zanîn ku pêngav êdî ber bi dawiyê ve diçe û ev bang li gelê Tebqayê kir:”Em bang li gelê xwe dikin ku xwe bighêjînin cihê bi ewle yên ku ji aliyê hêzên QSD`ê ve hatine rizgakirin”. Têkildarî rewşa taxên rizgarkirî yên  Tebqayê de, Roja Felat got:”Taxên Tebqayê yên hatine rizgarkirin gel di cihê xwe  de ye û firne hatine vekirin. Dibe ku em nikarin ji gelê xwe re her tiştî peyda bikin ev jî girêdayî şert û mercên niha em têre derbas dibin.”

Bendav kirine bin dorpêçê 

Şervanên QSD’ê doh serê sibehê taxên Duyem û Sêyem (Hey Tanî û Salis) xistin bin kontrolê û pêşdeçûna xwe berdewam kirin. Her wiha doh di saet 11:30’an de şervanên QSD’ê ji bo kontrola bendavê, careke din berê xwe dan Bendava Firatê. Di encama şerên dijwar de saet 16:00’an navenda tanzîmkirin û belavkirina elektrikê ji çeteyan paqij kirin û xistin bin kontrolê.

Li cihê ku ji çeteyan hatiye paqijkirin operasyona lêgerînê berdewam e. Çeteyên ku xeta wan a parastinê hat şikandin, di avahiyên bendavê de hatine dorpêçkirin.

Fermandarên QSD’ê diyar kirin ku berxwedana çeteyan a çend rojên dawî hatiye şikandin û ew dixwazin îşev Bendava Firatê bi temamî ji çeteyan paqijbikin.