Weqfa Piştgirî û Çandî ya Lazan SIMA ji bo lazan ev daxwaz dike; “Navên Lazî yên hatine guhertin dîsa lê bêne vegerandin. Divê zimanên Lazî û zimanên din ên Anatolyayê di dibistanên seretayî û zanîngehan de bên xwendin. Divê li zanîngehan Estîtuyên Ziman û Wêjeya Lazî bêne vekirin. Divê weşanê bi Lazî bêne kirin û hemû qedexeyên li pêşiya fêrbûna lazî bêne rakirin.”
Weqfê der barê çand, dîrok û zimanê Lazan de agahî dan û guhertina navên bajarên Kurdan ên weke Dêrsim û Xarpêtê mînak da û destnîşan kir ku ev pêkanîn li hemberî Lazan jî hatiye kirin.
Di nivîsa pêşkêşê meclîsê hate kirin de behsa helwest û polîtîkayên dewletê yên ji Makeqanûna sala 1924’ê yên li hemberî Lazan dike û tê diyarkirin ku hewl dane asîmlasyona li hemberî Lazan bi awayê sosyolojîk û psîkolojîk pêk bînin. Di nivîsê de tê diyarkirin ku di sala 1934 de Qanûna Paşnav û Qanûna Îskan hatin amadekirin û balê dikişînin ser rola van qanûnan a ji bo tirkkirina Lazan.
Xetereya wendabûna ziman
Ji encamên Lijneya Rêveberiya Weqfê Prz. Hasan Oral diyar dike ku ziman bi rêya devkî û nivîskî çandan ji nifşekê derbasî nifşek din dike û dibêje ; “Zimanên ku pê neyên nivîsandin, li her qadên jiyanê neyên karanîn, di nava zimanên pê têne axaftin û tên karanîn de tune dibin û diçin. Mînak di dema pergala yek partî ya Tirkiyeyê de digotin 'Welatîno bi Tirkî biaxivin' û zextan li gelên din dkirin.” Oral diyar kir ku ji ber zimanê wan Lazî nehatiye axaftin û karanîn, bi tunebûnê re rû bi rû ye.
Oral diyar kir ku zimanê Lazî bi tunebûnê re rû bi rû ye û divê dewlet wezîfeyên xwe yên pozîtîf ên di vî warî de bi cih bîne û divê di nava makeqanûnê de cih bigire. Oral daxwazan wiha rêz kir; “Navên Lazî yên hatine guhertin dîsa lê bêne vegerandin. Divê zimanên Lazî û zimanên din ên Anatolyayê di dibistanên seretayî û zanîngehan de bên xwendin. Divê li zanîngehan Estîtuyên Ziman û Wêjeya Lazî bêne vekirin. Divê weşanê bi Lazî bêne kirin û hemû qedexeyên li pêşiya fêrbûna lazî bêne rakirin. Divê di TRT’ê de weşana Lazî hebe. Divê saziyên Lazan ji bo fêrbûna Lazî hewl bidin û bêne handan.“
ANF/STENBOL