ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ROJNEWS/ŞENGAL
Malbatên Êzîdî ku ji aliyê şervanên QSD’ê ve li gundê Baxozê ji çeteyên DAIŞ’ê hatibûn rizgarkirin, ên gihiştin Şengalê, peyivîn. Malbatan malavaya QSD’ê kir û got: “Heger QSD nebûya me nedikarî careke din mirovên xwe bibînin û vegerin ser cîh û warên xwe.”
Em deyndarên QSD’ê ne
Jina bi navê Berfê Xelef ku ji 3’yê Tebaxa 2014’an ve di destê DAIŞ’ê de bû, diyar kir ku ew bi saya şervanên QSD’ê careke din gihîştine malbatên xwe û wiha peyivî; “Ji bilî xwedê û QSD’ê ti kesî li me nepirsî û ji bo rizgarkirina me nexebitî. Bi saya şervanên QSD’ê min careke din dayik û bavên xwe dîtin. Em niha li Şengalê ne. Heta em sax bin em ê deyndarên QSD’ê bin.”
QSD’ê bi hawara me ve hat
Zaroka keç, Cîhan Xêro jî di dema fermanê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin. Ji ber ku 5 salan di bin zordariya çeteyan de maye, zimanê dayika xwe ji bîr kiriye û nikare biaxive. Cîhan Xêro kefxweşiya xwe bi wan gotinan îfade kir: “Ev 5 sal bûn em di destê DAIŞ’ê de bûn. Hêzên QSD’ê bi hawara me ve hatin û em ji destê DAIŞ’ê xilas kirin. Em pirr malavahiya wan dikin. Niha em li Şengalê, di nava mirov nas û dostên xwe de ne, em pirr kêf xweş in ku careke din vegeriyan ser axa pîroz.”