Gelek rojnameyên Ereban ên wekî El-Beyan ya Îmarat, El-Heyat ya navnetewî, El-Sefîr ya Lubnanê, Şerq El-Ewset, Qudis El-Erebî, El-Nehar a Lubnanê û gelek rojname û malperên înternêtê di manşêtên xwe de bal kişandin bidestxistina bajaroka Eyn îsa.


’Kurdan erd di bin lingên DAIŞ’ê de hejand’

El-Beyan ya Îmaratê di manşêta xwe de nûçeya rizgarkirina Eyn Îsa bi sernavê “Kurdan erd di bin lingên DAIŞ’ê yên Reqqayê de hejand” di raporê de hate gotin ku li gel pêşketinên germ ên Sûriyeyê hêzên di bin fermandariya Kurdan de bi hevkariya balefirên koalîsyona navnetewî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bajaroka Eyn Îsa û bi dehan gund ji destên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Rojnameya El-Nebei jî heman mijar bi sernavê “Ketina Girê Spî ji destên DAIŞ’ê riya wan hate birrîn” manşêta xwe da û têde hate gotin ku şêwaza ketina bajarê Girê Spî yê stratîjîk pişta DAIŞ’ê şikand û bi taybet ji ber ku ji bo DAIŞ’ê devera sereke ji bo wergirtina endam û cebilxaneyê bû.


’Paytexta Bexdadî li ber destê Kurdan e’

Rojnameya El-Heyat jî nûçeya rizgarkirina bajaroka Eyn Îsa ji çeteyên DAIŞ’ê bi sernavê “Paytexta Bexdadî li ber destê kurdan e” di manşêta xwe de da.  Her wiha rojnameya Sefîr jî heman mijar bi sernavê “Kurd ber bi Reqqayê ve pêş ve diçin” girt dest.

Rojnameya Şerq El-Ewset jî rizgarkirina herêma Girê Spî bi sernavê “Kurdên Sûriyeyê ber bi paytexta DAIŞ’ê ve diçin û DAIŞ jî tevliheviyekê jiyan dike.” Di manşêta xwe de da. Di vê raporê de jî wiha hate gotin: “Şervanên Kurd gelek deverên stratîjîk ên nêzî paytexta DAIŞ’ê Reqqayê û bi taybet baregeha leşkerî ya Tugaya 93 ku 55 km bakurê bajarê Reqqayê dikeve bi dest xwe ve anîn.”


’Şervanên Kurd nêzî Reqqayê dibin’

Rojnameya El-Nehar jî nûçeya rizgarkirina bajaroka Eyn Îsa bi sernavê “Şervanên Kurd nêzî paytexta DAIŞ’ê Reqqayê dibin.” Di manşêta xwe de weşand. Di vê raporê de jî wiha hate gotin: “Piştî gelek şikandinên çeteyên DAIŞ’ê li hemberî şervanên Kurd, niha paytexta xîlafetê li ber destên şervanên Kurd e”

Her wiha di heman rojnameyê de îro jî raporeke bi sernavê “Burkan El-Firat coşeke mezin werdigire û gefê li Qendehara Sûriyeyê dixwe û niha jî li ber deriyên Reqqayê ye û ji bo derbasî paytexta DAIŞ’ê bibin, pêdiviya wan bi çekan heye. Di raporê de her wiha hate destnîşan kirin ku gelo piştî Girê Spî û bajaroka Eyn Îsa û baregeha leşkerî ya Tugaya 93, keleha DAIŞ’ê dikeve xeteriyê?” 


 NAVENDA NÛÇEYAN