Kêfxweşiya rizgarkirina Girê Spî
Li Helebê, Navenda Xemgîn Cûdî ya ser bi Yekîtiya Ciwanên Rojava ji bo rizgarkirina Girê Spî şahiyek li dar xistin. Şahî bi beşdarbûna bi dehan ciwanan û welatiyiên ji hemû pêkhatyên taxê hat lidarixstin. Ciwanan bê navber diruşm û stran gotin; û xelekên govendê gerandin.
Şêniyên bajarê Qamişlo bi karwanekî seyareyan li kolanan geriyan û bi coş rizgarkirina Girê Spî pîroz kirin. Piştî hêzên YPG/YPJ´ê û hêzên hevpar Girê Spî ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin, li seranserî Rojava şahî hatin lidarxistin. Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo jî şêvê din ve bi karwanên seyareyan li kolanan geriyan û bi kêfxweşî rizgarkirina Girê Spî pîroz kirin.
Li Mexmûrê jî tevgera ciwanan pêr pîrozbahiyek lidar xist. Di pîrozbahita pêr de ji tevgera ciwanên Mexmûrê bi sedan kes amade bûn. Pîrozbahiyê heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.
Li Silêmanî û Hewlerê jî gel li ser piya bû
Şevê din li Silêmaniyê serkeftina YPG ü YPJ’ê û azadkirina Girê Spî bi şahiyekî hat pîrozkirin. Pîrozbahiya li Silêmaniyê seat 18:00’an bi pêşengiya PYD´ê û Yekîtiya Star li parka Azadî hat lidarxistin. Gelek hemwelatî tevlî pîrozbahiyê bûn û bi gerandina dîlanê kêfxweşiya xwe ji vê serkeftinê nîşan dan.
Di pîrozbahiyê de herwiha nûnerê PYD’ê li Başûr Xerîb Hiso jî axivî û got, ev serketin bi saya serê şervanên YPG û YPJ’ê û bi xwîna şehîdan çêbûye.
Xerîb Hiso azadkirina Girê Spî wek serketineke dîrokî bi nav kir û got: “Dewleta Tirkiyê bi hemû hêza xwe alîkarî da çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku Girê Spî rizgar nebe. Ev serkeftina îradeya azad e û em pîroz dikin.”
Li Hewlerê jî doh li parka Şaneder a Hewlêrê ji bo serketina li Girê Spî şahiyek hat lidarxistin.
HELEB/QAMIŞLO/MEXMÛR/SILÊMANÎ/HEWLER