Sema Reqa jineke ji bajarê Reqayê ye, li kêleka şervanên Xezeba Firatê di hemleya Rizgarkirina Reqayê de cih digire.

‘Em ê jin ji tarîtiya DAIŞ rizgar bikin’

Semayê bi hêrsek mezin a tolgirtinê got em ê dawî li zilma çeteyên DAIŞ`ê bînin, em bi îsrar in ku êdî jinan ji vê mîrateya tarî xelas bikin. Semayê got: “Em ê tola jinên Şengalê yên hatin revandin û li bazarên Reqayê hatin firton rakin. Em ê jinên Reqayê ku ev 3 salin terora van çeteyan tehemul kirine, rizgar bikin. Ya esas em li hember çeteyan şerê zihniyeta baviksalariyê ya ku ev 5 hezar salin civak dagir kiriye dikin. Em ê di sedsala 21’emîn de dawî li vê hişmendiya dagirker bîbin”.

‘Rizgarkirina her jineke weke rizgarkirina welatekî watedar e’

Sema Reqa rizgarkirina her jinekê ji çeteyên DAIŞ’ê weke ” rizgarkirina welatekî” binav kir û bang li jinên Reqayê kir ku xwe rizgar biin û tevlî refên berxwedanê bibin.

Sema Reqa di dawiya hevdîtina li gel nûçegihanên ajansa me got ku ew ê Reqayê bikin dojeha çeteyên DAIŞ’ê.

HOGIR NECAR

ANHA/REQA