Di operasona Minbicê de zêdetirî 200 gundî hatin rizgarkirin, 140 hezar sivîl hatin xelaskirin, 4 hezar çete hatin kuştin û 2300 cenzeyên çeteyan ketin destê şervanên Minbicê.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser bangewaziya welatiyên herêma Minbicê di 1’ê Hezîrana 2016’an de operasyona rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê da destpêkirin.

Ji fermandarên operasyonê Feysel Ebû Leyla ku di operasyonê de jiyana xwe ji dest da, ji bo dilsoziya bi rihê wî re, navê operasyonê hate guhertin û operasyon bi navê “Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla’ dewam kir.


200 gund hatin rizgarkirin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê tevahiya gundên derdora bajarê Minbicê ji çeteyan rizgar kirin. Şervanan ji her çar aliyan ve di demeke kurt a qederê mehekê de zêdetirî 200 gundên herêmê ji çeteyan rizgar kirin. Di vê operasyonê de zêdetirî 2 hezar çete hatin kuştin û cenazeyên zêdetirî hezar û 600 çeteyan ket destê şervanên Minbicê.


7 hezar mayîn hatin bêtesîrkirin

Şervanên Meclîsa Leşkerî di nava mehekê de zêdetirî 75 hezar welatiyên sivîl ên Minbicê ji bin zordarî û sitemkariya çeteyên DAIŞ’ê derxist û ew birin cihên ewle û pêdiviyên wan jî hatin bicihanîn.

Şervan di rizgarkirina gundan de dest danîn ser 4 depoyên çekan, 3 depoyên mayîn û teqemeniyan. Tîmên endezyariyê zêdetirî 7 hezar mayînên di nava gundan û bajêr de, her wiha li ser riyên Minbicê bê tesîrkirin. Di operasyonê de 20 maşîneyên bombebarkirî yên çeteyan hatin rûxandin. Firehiya ku hatiye rizgarkirin ji Pira Qereqozaqê hetanî derdora herêma Babê bi qasî 1200 kîlometroyên çarçik e.


Pêngava duyemîn a operasyonê

Piştî ku hemû gundên herêma Minbicê ji çeteyan hatin rizgarkirin û riyên alîkariyê yê çeteyan di navbera Cerablus û Babê de hate girtin û şervanan dest bi pêngava duyemîn a operasonê kir ku ew jî rizgarkirina bajarê Minbicê ye. Pêngavê beriya Tîrmehê dest pê kir.

Çeteyên DAIŞ’ê piştî şikestina li gundewarê Minbicê, dest bi mayînkirina mal, rê, kolan, meydan û her deverê kir, her weha welatiyên sivîl ên di nava bajêr de wekî mertalên zindî bi kar dianîn.


Derengmana rizgarkirina navenda bajêr

Di pêngava duyemîn de gelek astengî li pêşiya şervanan peyde bûn. Mayin, bicihbûna çeteyan li ser avahiyên bilind û bikaranîna welatiyên sivîl wekî mertal hin ji van astengiyan bûn.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ji ber ku armanca wan a sereke xelaskirina welatiyên sivîl e, ekîbeke ji 15 kesan a taybet ji bo rizgarkirina sivîlan ava kir û ekîbeke din a ji bo şikandina xetên pêş ên çeteyan, her wiha ekîbeke endezyariyê ya ji bo bêbandorkirina mayînên çeteyan jî hat avakirin.

Ji ber vê yekê şervan bi baldarî û hişyarî tev digeriyan û hêdî hêdî ber bi navenda Minbicê ve diçûn. Destpêkê xeta pêşî ya çeteyan ku li hawirdora bajarê Minbicê bû şikandin, piştre ji rojhilat û bakûr welatiyên sivîl derdixistin û ji rojava û başûrê bajêr jî ew xelas dikirin.


Ji bajêr 65 hezar kes hatin rizgarkirin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi vî hawî operasyona xwe dewam kir û li nava bajêr dor li çeteyan girtin û xeleka li dora wan hêdî hêdî teng kir.

Ekîba rizgarkirina sivîlan hetanî niha zêdetirî 65 hezar welatiyên sivîl ên li nava bajarê Minbicê rizgar kirine. Ekîbên endezyariyê jî zêdetirî 3 hezar mayîn û teqemeniyên cûrbecûr bêbandor kirin. Di vê pêngava de zêdetirî 2 hezar çeteyî hatin kuştin, cenazeyên 700 çeteyan di destê şervanên Minbicê de ne.

Operasyona rizgarkirina nava bajarê Minbicê hatiye ber bidawîbûnê û niha ji bilî çend deverên çete di wan de asê mayî, kontrola bajêr di destê Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ye.


EKREM BEREKAT / DÎCLE EHMED/ANHA / MINBIC





Minbic ji Mayinan tê paqijkirin


Herêmên Minbicê yên ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin, niha jî ji mayînên çeteyan tên paqijkirin.

Li xanî û kolanên Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin, karê lêgerîn û paqijkirina ji bermahiyên çeteyan tê meşandin.

Li kolanên başûr û rojavayên Minbicê yên ku beriya bi çend rojan ji aliyê şervanan ve hatibûn rizgarkirin, gelek mayîn û xefikên bombeyî hatin dîtin û bêbandorkirin. Her weha tunelên çeteyan ên ji bo parastina ji êrişên hewayî û cebilxaneya wan kete destê şervanan.


Çekên Dewleta Tirk li navenda çeteyan hatin dîtin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li gelek maleke ku ji aliyê çeteyan ve weke navendê dihat bikaranîn, gelek çek û cebilxane bi dest xistin.

Di nava çekên bidestxistî de gelek kalaşnîkof, fîşekên wê, BKC û fîşekên wê, B7 û roketên wê, bombeyên bi destan hatine çêkirin jî hene. Di nava van çek û cebilxaneyan de her wiha çekên şewatê yên dewleta Tirk dayî DAIŞ´ê jî hene.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, li rojavayê bajêr jî tuneleke çeteyên DAIŞ'ê dît. Ev tunela ji bo parastina ji êrişên hewayî, piştî kontrolê hat rûxandin.


Mayin tên bêtesîrkirin

Mayînên çeteyên DAIŞ'ê yên ji bo pêşîgirtina li bipêşveçûna şervanan hatine çandin, ji aliyê tîmên pispor ên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve tên rakirin.

Ev mayîn û teqemeniyên ji mal, kolan û erdên li herêmê hatine derxistin, ji aliyê van tîmên pispor ve bi rengekî kontrolkirî tên bêtesîrkirin.