
Katrina Esau bi dil û can û xwe daye karê rizgarkirin û zindîhiştina zimanê xwe yê zarokiyê ku bi namanê re rûbirû ye.
Katrina Esau 84 salî ye, yek ji sê mirovên ku bi awayekî rewan bi zimanê Nluu dipeyive. Ev li nav civaka San a Başûrê Efrîka tê peyivîn ku herwiha weke Bushmen navdar e. Nluu weke zimanê berê yê Başûrê Efrîka tê qebûlkirin. Ji ber ku ji vê malbatê pê ve ti axaftvanên wê yên din ên rewan nînin, Neteweyên Yekbûyî (NY) vî zimanî weke “pirr di tehlûkeyê de” sinifandiye.
Spiyan li me dixist dema em bi zimanê xwe dipeyivîn
Ev xanima navsere, Katrina Esau ya li bajarê herêma Bakurê Capeê, Upingtonê, tîne bîra xwe: “Dema ez zarokek bûm, ez bi tenê bi Nluu dipeyivîm û min dibihîst ku gelek mirov bi Nluu dipeyivin. Ew demên xweş bûn, me hez ji zimanê xwe dikir, lê ev rewş guherî.”
Bi sedsalan xelkê San li van herêman serbest digeriyan û diman, nebat berhev dikirin û nêçîrvanî dikirin, da ku debara xwe bikin. Îro ev rêûresmên hanê hemû neman, û kalûpîrên wan dibêjin, tişta ku wan bi dîroka wan ve girêdide zimanê wan e.
Katrine Esau di nava holikeke ji daran de dersê dide zarokên deverê. Dersa zimanê Nluu, tevî 112 deng û di nava wan de 45 dengên xweserî zimanê Nluu, dide van zarokan: “Ez vî zimanî fêr dikim ji ber ku ez naxwazim tine bibe, dema ez mirim. Ez dixwazim bi qasî ku dikarim neqil bikim, lê ez pê dizanim ku gelek dema me tine.” Katrine Esau ev deh sal in ku vê dibistanê li welatê xwe bi rê ve dibe.
Mirovên vê civakê, Katrine Esau jî di navê de roja îro bi pirranî bi Afrikaans dipeyivin, zimanê bicihbûyiyên Flaman ên ku sedsala 17´an li deverê bicihbûne: “Dema spiyan di peyivîna bi zimanê me de em zeft dikirin, li me dixistin. Ji ber vê dîrokê, xelk îro naxwaye bi vî zimanî êdî bipeyive, gelek êş û azar pê re elaqedar e. Me dev ji zimanê Nluu berda û em fêr bûn Afrikaans bipeyivin, tevî ku em ne spî ne, vê tesîr li nasnameya me kir.”
Ziman nebe, ti tişt nîne
Du xwîşkên Katrine Esau, Hanna Koper û Griet Seekoei herdu jî di ser 90 salî re ne, ew zêde napeyivin lê bi hereketên serê xwe gotinên wê erê dikin.
Civaka Ouma Geelmeid dibêje, ew hêvî dike ku şerma ji peyivîna bi Nluu ji holê rake. Di dema dersê de di destê Katrine Esau de darikek heye û pê îşaret bi endamên laşê mirov dike û navên wan ên bi zimanê Nluu dibêje, xwendekarên wê jî weke koroyekê heman navan bi yek dengî dubare dikin. Weke gelek zimanên Efrîkayê, ev ziman jî gelek nifşan devkî ji nifşekî neqlî nifşekî din hatiye kirin. Lê belê îro mana wê di tehlûkeyeke cidî de ye. Heta beriya bi çend salan jî ti tomar û nivîsên wê nebûn.
Zanîna bê mînak ji dest diçe
Katrine Esau bi zimanzan, Professors Sheena Shah a ji Dibistana Lêkolînên Rojhilat û Efrîkayê (Soas) li Londonê û zimanzan Matthias Brezinger ji Navenda ji bo Pirrenigiya Zimanî ya Efrîkayê li Cape Townê, da ku alfabeyekê û qaîdeyên sereke yên rêzimanê Nluu bipêş bixe da ku dersê bide. Professors Sheena Shah dibêje, “Ji karê me bi civaka Ouma Geelmeid kirî, em fêr bûn ku ev civak ziman weke nîşaneke girîng a nasnameya xwe dibînin.” Pispor dibêjin, li dinyayeke her diçe bêhtir global dibe, nasnameya şexsî her diçe girîngtir dibe. Ziman ne tenê fikreke elaqedarî danûstandina bi kesên din re ye, ew di nava tevna çandê û civakê de hûnandî ye û ji bo civakeke awayê jiyanê ye.
Matthias Brezinger dibêje, “Gava hûn li zimanên Efrîkî dinihêrin, hûn fêr dibin ku ew alîkar dibin ji bo ragihandina perspektîfên cihê yên jiyanê, têkiliyan, manewiyatê, dinyayê, tenduristiyê û mirovahiyê. Dewlemendiyeke zanîna (zindî) manê heye ku bi salan di nava civakên xwecihî de ji nifşekî neqlî nifşê din hatine kirin û dinya li rojava gelekî kêm tiştan derbarê wê de dizane. Û dema ev ziman dimirin, ev zanîna bêmînak jî ji dest diçe.”
Girêdana bi pêşiyan ve
Di sinifa Katrine Esau de qederê 20 zarokan hene, pirraniya wan di bin 10 salî re ne û çendekê wan di ser deh salan re ne. Mary-Ann Prins 16 salî ye û xwendekara herî baş a Katrine Esau ye. Ew hêvî dike ku rojekê ew dersa zimên li vê sinifê bide. Ew bi rûyekî kenî fireh, dibêje, “Ez hez dikim fêrî vî zimanî bibim. Ew dike ku ez wisa hîs bikim ku ez parçeyek im, ez girêdayî me bi pêşiyên xwe ve. Ez fêr bûm ku ew bi vî zimanî dipeyivîn û ez îro dikarin*m bibim parçeyeke ji vê (tecrûbeyê) jî.
Mekanekî aîdê wê be nîne
Li Başûrê Efrîkayê ji bilî Nluu gelek zimanên din jî bi nemanê re rûbirû ne. Li bajarê Springbok, zimanê Nama heye û axaftvanê wê hewl didin ku bidin qebûlkirin ew bibe zimanekî fermî. Tevî ku Nama li Başûrê Efrîkayê di dîrokê de yek ji zimanê berfireh e jî, Nama ne yek ji 11 zimanên fermî (tevî zimanê nîşanê 12 zimanên fermî hene) yên Başûrê Efrîkayê ye.
Axaftvana pîr Maria Damara ya 95 salî, yek ji kêm kesan e ku tenê bi zimanê Nama dipeyive û ew dibêje, “Pirr cihê xemê ye ku zarokên me bi Namayî napeyivin. Ev gelekî dilê min dihêle ku zarokên me wê nikaribin bi mezinên xwe re bi zimanê xwe bipeyivin.
Li Başûrê Efrîkayê 6 zimanên dayikên yên herî belav ev in: Zulu: % 22.7, Xhosa: %16, Afrikaans: %13.5, English: %9.6, Setswana: %8, Sesotho: %7.6. Li Başûrê Efrîkayê tevî zimanê nîşanê yên kerran 12 zimanên fermî hene. Lê belê Ingilîzî zimanê fermî yê herî zêde tê bikaranîn e.
Ji bo çi xwendekar tercîh dikin bi Ingilîzî perwerde bibin?
Yek ji rûspiyên civakê, Wiela Beker ê 56 salî îşaret bi wê yekê dike ku xwendekar tercîh dikin bi Ingilîzî perwerde bibin: “Heger zimanê we nebe, ti tişta we nîne. Ez bi te re bi Ingilîzî dipeyivim, lê ez Ingilîz nînin. Ez hez dikim bi Nama bipeyivim, ji ber ew tişt û kesa ku min bi gewde dike ye. Heta ku em tiştekî nekin da ku pêşiyê lê bigirin, çanda me wê bimire. Dema em ji bo zimanê xwe têdikoşin, em ji bo zimanê xwe têdikoşin.”
Bi her halî, heta di siyaseta zimên de guhertinek nebe, û destwerdana hikûmetê neguhere, ev civak jî difikire ku wê demeke dirêj dewam neke, heta ku zimanê wan jî bi heman çarenûsa zimanî Nluu re rûbirû bimîne - ango li ber nemanê. Û ji bo van civakan têkoşîna ji bo nasnameyeke hevpar, hesteke aîdiyetê ye û pê re jî rewabûneke ji bo nifşên siberojê.
* Ji ber BBC News hatiye girtin, nivîsa Pumza Fihlani ye.