ADIL ROJ
Reqa ji bo DAIŞ´ê hem paytext e û di warê eskerî de jî stratejîk e. Ji Babê 180 km û ji Dêre Zorê 140 km dûr e. Her wiha navenda hilberîn û belavkirina petrolê ye. 3 bendavên Suriyê yên herî mezin û fabrîkeya şekir jî lê heye. Mirov dikare bibêje ev sedem têrê dikin ku DAIŞ`ê Reqa ji bo xwe bike paytext. Piştî Mûsilê, bajarê Reqayê yê duyemîn e ku di aliyê aborî, siyasî û eskerî de ji bo ji DAIŞ`ê girîng e. Mejiyê eskerî yê DAIŞ`ê li Reqayê tê birêvebirin.
Piştî ku şerê navxweyî li Sûriyê sala 2011`an dest pê kir, 4 Adarê bajarê Reqayê ket kontrola hêzên opozisyonê. 14`ê Çileya 2014`an jî ket bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê.
Serçeteyên DAIŞ`ê zêdetirî xwe li vî bajarî bi bi cih dibin, piştî ku li Reqayê xîlafeta xwe îlan dike, sampatîzan û endamên xwe jî tînin li Reqayê bi cih dikin. Bi taybetî endamên biyanî jî tînin Reqayê. Êdî nema destûrê didin gelên herêmê derkevin derve û têkiliya civaka Reqayê ji derve qut dikin. Mîna berê çûyîn û hatina li Reqayê tê qutkirin.
Reqa bi berhemên xwe dewlemend e
Li Rojhilatanavîn çandiniya herî baş a herêma Reqayê ye. Av û elektrîk ji Reqayê diçe Helebê. Her wiha nêzî Iraqê ye û gelek rê weke rêya Dêre Zor, Tebqa û Helebê di Reqayê re derbas dibin.
Reqa navenda çûyîn û hatina di navbera Sûrî û Iraqê de ye. Lojistîk, cebilxane û bazirganî di asteke mezin de lê tê kirin.
Girîngiya Reqayê
Berî sala 639`an Reqa di destê Roma-Bîzans û Helenan de bû. Navê Reqayê di wê demê de Kallinikos e her wiha sûr li derdora Reqayê ava kiribûn. Sûr heta niha jî hene.
Sala 639`an bajarê Reqayê dikeve destê Misilmanan û Reqayê dikin navenda xwe ya îdarî û eskerî. Di dema Ebasiyan de gelekî dewlemend e. Ji bo Ebasiyan piştî Bexdayê navenda duyemîn bû. Ji ber ku Reqa nêzî çemê Firatê ye gelek caran li Reqayê lehî radibe.
Reqa di wextekî de navenda zanist û çandê ye. Osmanî dixwazin herêmê dagir bikin. Ereb li pêşiya vê yekê dibin asteng. Osmaniyan dixwest Reqayê dagir bikin û Tirkmenan li herêmê bi cih bikin.
Sedsala 19`an serhildan zêde bûn, piştî ku Ibrahîm Paşayê Bilûrvan ev herêm dagir kir, Tirkmen weke muhacir li wê herêmê bi cih kirin.
Sala 1946`an dema ku Fransî ji Sûrî vekişiyan Reqa êdî girêdayî Komara Sûrî kirin.
Rizgarkirina Reqayê çima ewqasî girîng e?
Çeteyên DAIŞ`ê destpêke xwe li Reqayê birêxistin dikin. Di warê aborî, çandî, civakî û eskerî de xwe birêxistin dikin. Reqa bûbû navenda êrîşên wan.
Li Reqayê dest pê kirin insanên ku ew qebûl nedikirin, di bin navê tohmetên curbecur de ser jê dikirin û Reqa bû navenda firotina jinan.
Hemleya Reqayê ji roja ku dest pê kiriye, bi serketî ye. Her roj mizgîniya rizgarkirina sivîlên Reqayê tê dayîn. Bi rizgarkirina Reqayê re wê dawî li hebûna DAIŞ`ê were.