Berdevkê Fermî yê QSD′ê Mîralayî Telal Silo da zanîn ku rizgarkirina bajarê  Reqayê nêz û destnîşan kir ku şêniyên herêmên rizgarkirî xwe birêxistin dikin, da ku herêmên xwe birêve bibin.

Fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi şêx û rûspiyên herêmên Reqayê yên rizgarkirî re civiyan. Di civînê de bi dehan şêxên eşîreyên herêmê (di nav de eşîreya El-Welde, mezintirîn eşîreyên herêmê) û şêniyên herêmên rizgarkirî, amade bûn. Di civînê de rewşa siyasî ya herêmê û pêşeçûna şervanan di pêngava duyem a Hemleya Xezeba Firatê de, hatin nirxandin.

QSD destûrê nadê hêzên dagirker

Piştî ku deqeyek rêz hat girtin, Berdevkê Fermî yê QSD′ê mîralayî Telal Silo axivî û da zanîn ku ew ê soza rizgarkirina Reqayê pêk bînin û wiha peyivî: ″Li gundewarên rojava û bakurê Reqayê qadên fireh ji çeteyên DAIŞ′ê hatin rizgarkirin. QSD destûr nade

Silo da zanîn ku komên çekdar ên ku li Sûriyê şer dikin ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne destekirin û wiha pê de çû: ″Hêzên QSD′ê destûr nadin tu hêzên din ku derbasî bajarê Reqayê bibin. Ciwanên Reqayê di çeperên berxwedanê yên pêş de şerê çeteyan dikin û dê bajarê rizgar bikin û biparêzin.″

Silo bal kişand ser fedekariya pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ên ku xwîna wan li ser axa Reqayê tevlî hev bûye û wiha got: ″2 hezar û 500 ciwanên Reqayê beşdarî nava refên QSD′ê û têne perwerdekirin da bikaribin herêmên xwe biparêzin.″

′Divê xwe birêxistin bikin’

Silo diyar kir ku dê bajarê Reqayê ji aliyê ji aliyê Rêveberiyeke siyasî ve were birêvebirin û ev tişt anî ziman: ″Ji bo rêvebirina Reqayê, dê Meclîsa Sivîl a bajêr were avakirin. Her wiha dê civîn ji şêniyên herêmê re bê lidarxistin û avakirina Meclîsa Sivîl a Reqayê fermî were ragihandin.″

Silo bang li şêniyên Reqayê kir ku beşdarî Meclîsa Sivîl bibin û xwe birêxistin bikin.

Silo got ku li gundewarên rojavayê Reqayê 250 gundê hatin rizgarkirin, her wiha girîngiya rêvebirina wan gundan, avakirina hêzên parastina hundirîn û saziyên xizmetê, anî ziman.

Silo destnîşan kir ku ew hêvî dike ku hejmareke hê zêdetir ciwanên Reqayê beşdarî nava refên QSD′ê bibin, da bajarê Tebqayê jî were rizgarkirin.

Berdefkê Fermî yê QSD′ê mîralayî Telal Silo di dawiya axaftina xwe spasiya şêniyên Reqayê kir ku bi dil germî şervanên wan pêşwazî kirin û got: ″Em bi piştgiriya şêniyên herêmê biser dikevin.″


 KOBANÊ