Li Binarê Qendîlê, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Çalakî bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) pêk hat. Meş li herêma Maredû û gundê Şerwêtî yê Binarê Qendîlê pêk hat.

Di dawiya meşê de daxuyanî hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê Giyareng Xidir ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Çalakgeran, çalakgerên di greva birçîbûnê de silav kir û got, divê herçar parçeyên Kurdistanê piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bikin ku ev 99 roj in di grevê de ye.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Başûrê Kurdistanê hat kirin ku bi girseyî beşdarî çalakiyên li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan bibe.

 

ROJNEWS / QENDÎL