
Dîmen bûn hest û stran
Alan, diyar kir ku dema qetliyam pek hatiye ew bi dîmenê qetliyamê ji xewê rabuye. Alan, da zanîn ku dîmenê komkujiyê li ser wî bandorek mezin çe kiriye û ew heta êvarê ew jan û êş ji wî re buye hest û wî jî hestên xwe bi pênûsê rijandiye ser kaxizê lênûskê u wiha got: "Dema min televizyonê vekir min dîmenê komkujiyê ditin. Tabî ev ne cara yekemîne ev komkujî pêk tên. Ji biçuktayî heta niha ew zilm, komkujî, girtin û zext di nava bizrên xwîna me de cihê xwe girtine. Êdî buye wek tiştek ji rêzê. Dema min li wan dîmenan mêze kir bi rastî jî ez nikaribûm rûnêm. Di wan kêlayan de heta êvarê gotin û melodî min nivîsand. Piştî 2 meh derbas bû me bi temamî mûzîk û qilîbê xelas kir û ket hate weşandin.”
Alan, destnîşan kir ku di nav stranê de tenê ne komkujiya Robosiyê tê ziman komkujiya Geliyê Zîlan û Dêrsimê jî tê de bi bîr aniye. Alan, got ku di dîroka Kurdan de bi sedan komkujiyên wisa pêk hatine lê di roja me heyî de tu buyer jî ne wek Roboskiyê kezev peritandine. Alan, anî ziman ku ew qet Qileban ne dîtiye piştî bûyerê ew jî di nav hûnermendan de çû ye wir û cihê buyerê bi çavê xwe jî dîtiye. Alan, bi lêv kir dema ew çûne ser goristan cangoriyan û ku dayik, xwişk û destgirtiyên wan xwe avêtibûn ser gorên nexş bi nexş li wir tenê dawiya gotina peyvê di hat bîra mirovan.
Alan, destnîşan kir ku her tim komkujiyê wisa bi ser serê Kurdan de pêk hatiye û wiha got: “Di komkujiyek wisa de ew kesê ku wê komkujiyê li ber çav bibînin û lê binêre ki dibe bila bibe, êşa herî mezin a me ye. Lê dema rihê mirovatiyê bi mirovatiyê re hebe, pêwîste wîjdana mirov li hemberî komkujiyek wisa ne rehet be. Ez hêvîdar ku dê carek din tiştên wisa çênebin. Ez stranê diyarî wan dayikên perda kezeva wan hatiye şewitandin dikim. Tenê ne dayikên Roboskiyê yê hemû çar parçeyên Kurdîstanê dikim. Slav û rêze xwe ji dayikên 34 ciwanê jiyana xwe ji dest dan dişînim.”
Qileban
Min dilê xwe kola li vê Qilebanê
Agirê zilmê wê vemire li hember jiyanê
Çav li rêya xortên ciwane wê ronî bibe
Roj wê bê em ê rizgar bibin ji vê girînê
DÎHA/ÊLÎH