Wekîlên AKP'ê yên herêmê di dema gera Şirnexê de xwestin li navçeya Qilebanê bi malbatên Roboskiyî re hevdîtinê bikin lê malbatan daxwaza wan red kir. Birayê Nadîr Alma yê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Hîkmet Alma bertek nîşanî heyeta wekîlên AKP'ê yên hatin Qilebanê da û wiha got: "Agahiya me bi wekîlên AKP'ê yên dê bên Qilebanê hebû. Xwestin bi malbatan re li Qilebanê hevdîtinê bikin. Lê me weke malbatan ev yek red kir. Ji ber ku zanîn dê berteka me çawa be nehatin Roboskiyê. Me berê hevsera Serokwezîr Emîne Erdogan û Komîsyona Jêrîn a Meclîsê ya Qilbanê li vir pêşwazî kir. Lê ji bo zelalkirina komkujiyê tu gav neavêtin û komkojî veşartin."


'Serokwezîrê dibêje dest ji çekan berdin,  çekan belav dike'

Alma, geşedanên siyasî yên di çarçoveya pirsgirêka Kurd de pêk tên jî nirxand û wiha axivî: "Serokwezîrê di pêvajoya aştiyê de dibêje dest ji çekan berdin li Qileban û gundên di hefteya dawî de ji 205 kesan re di bin navê cerdevaniyê çek dan. Ji ber ku li vir deftên kar tunene ciwan neçar dimînin di nava pergala cerdevaniyê de cih digirin. Ciwanên bi qaçaxçîtiyê debara xwe dikin ji cerdevaniyê re neçar tên hiştin. Tu tevkariya cerdevaniyê ji hilberînê re tuneye û tenê li mala xwe dirûnin û mehaneya xwe werdigirin. Tenê armanca ew e ku gelê Kurd piştgiriyê didin wan nîşan bide ye. Ji bilî wê dê çima çekan ji gel re belav bikin. Heke hikûmet bixwaze rewşma me ya aborî sererast bike bila di binavê çek girtinê de neke." Alma, da zanîn ku ji roja komkujiyê heta niha malbatên Roboskiyî her roj ji bo kiryar bên darizandin û aştiye bi rûmet pêk bê dikin qêrîn û wiha axivî: "Lê di pêvajoya aştiyê de gavên hikûmeta AKP'ê qet jî bi bawer nîn in. Ji ber ku kiryarên komkujiya li ber çavê hemû dinê hate kirin hêj derve digerin. Divê mirovên aqilmend berî her tiştî kiryarên komkujiya Roboskiyê derbixin holê. Heke ji vê axê re aştî pêk nayê." Dayîka Nadîr Alma Azmîe Alma jî diyar kir ku ew meraq dike dê AKP bi kîjan rû derketiba pêşberî wan û wiha got: "Bi kîjan rû tên. Em bi hişmendiya zarokên me qetil kirin û wan diparêze re nemikûne bên cem hev."


Heta komkujî zelal nebe…
Dayîka Selam Encu Semîre Encu jî bertek nîşanî hatina wekîlên AKP'ê da û wiha got: "Heta komkujiya Roboskiyê zelal nekin dê çawa bên." Encu, anî ziman ku tu tiştên wan ên bi hişmendiya komkujî re hevdîtinê bikin tuneye û wiha axivî: "Heta komkujiya Roboskiyê neyê zelalkirin baweriya me bi aştiyê çênabe. Divê ewil dewlet ji qirêjiyan paqij bibe. Bi gavên dewletê yên avêtin aştî ne pêkan e. Em dixwazin girtî serbest bên berdan û xwîna bê rawestandin."

'Riya aştiyê di Roboskî derbas dibe'

Xwîşka Mehmet Alî Tosun Rahşan Tosun jî diyar kir ku daxwaza hevdîtina wekîlên AKP'ê qebul nekirin û wiha got: "Em bi qatilên birayên xwe re nayên çem hev. Heke dê xwîn raweste û rondikên çavên dayîkan dê bisekine em dê xwe bigirin. Lê berê jî hatin. Vala vala tên. Em bi kesên durû re hevdîtinê nakin." Birayê Serhat Encu Velî Encu jî wiha got: "Hewil didin bi pêvajoya aştiyê ya hate destpêkirin komkujiyê bidin jibîrkirin. Lê komkujiya Roboskiyê weke lekeyekî reş dê her tim di singê hikûmeta AKP'ê ve be. Dê rojekê teqez derbixin pêş dadê û hesabê ji wan bipirsin. Heke hikûmeta pêvajoya aştiyê ya samîmî dibe meşandin divê ji Komkujiya Roboskiyê dest pê bike. Riya aştiyê di Roboskiyê re derbas dibe. Em piştgiriyê didin aştiyekî bi rûmet. Li aliyekî behsa aştiyê dikin li aliyê din di bin navê cerdevaniyê çekan ji welatiyên sivîl re belav dikin. Ev yek xapandina gel e."


CENGÎZ OGLAGI / DÎHA/ŞIRNEX