Heyeta ji Parlementerê Mêrsînê û Berdevkê HDK'ê Ertugrul Kurkçû, parlementerên BDP'ê Sebahat Tuncel û Nursel Aydogan, rêveberên HDK'ê Kadîr Akin, Garo Paylan, Birjan Yorulmaz û Prof. Fatma Gok pêk tê bi minasebeta 8 meh bi ser komkujiya Roboskiyê re derbas bûn gundê Roboskiyê ziyaret kirin. Heyet serê sibê bi malbatan re gora kesên di komkujiyê de jiyana xwe jî dest dan ziyaret kirin. Malbatên Roboskiyê wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan hilgirtin û rêzgirtin girtin. Pişt re Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan axaftinek kir û diyar kir ku bi ser komkujiya Roboskiyê re 8 meh derbas bun û lê êşa hemû kes hêj zîndiye. Aydogan, anî ziman ku ev êş êşa hemû kesên dibêjin "ez mirov im" e û êşa hemû gelê Kurd e û wiha got: "Em bi we serbilind in. Ji ber ku hun di nava lêgerîna dadê de ne. Ez di hemû kesî de bawerî, sebr û berxwedanê dibînim. Em jî di vê têkoşîna we de li cem we ne." Aydogan, bertek nîşanî gotinên Serokwezîr ên piştî teqîna Dîlokê têkildarî wekîlên BDP'ê de dayîn da. Aydogan, anî ziman ku ew her tim li cem gelê tên tepisandin û li cem malbatên Roboskiyê ne û wiha axivî: "Em alîgirên kesên mazlum û tên tepisandin in. Em teqez ji vê yekê paşve gav navêjin. Em dê vê têkoşînê hate dawî bidomînin."

'Kurd û Ermenî li dijî hev anîn'

Endamê Lijineya Rêveber ê HDK'ê Garo Paylan jî diyar kir ku ji ber hate niha li cem malbatên Roboskiyê nebûn lêborîn xwest û wiha got: "Ji ber ku min heta niha dengê wan ji cihên pêvîst re neragihand ez ji xwe fedî dikim. Ez îro soz didim ez di her meclîsê de dengê gelê Roboskiyê bînim ziman. Dewletê heta niha Kurd û Ermenî li dijî hev anîn."
Ji malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan navên 34 welatiyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan xwendin û kesên din jî gotin "Ez li vir im" Pişt re bavê Adem Ant ê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Reşîd Ant axivî û bertek nîşanî gotinên serokwezîr ên têkildarî wekîlên BDP'ê de gotin da û wiha got: "2 ali hene. Yek aliyê mirovên bi wijdan, ya din jî aliyê mirovên kesên bi bê wijdan. Em malbat û wekîlên BDP'ê aliyê kesên bi wijdan in. Hun di kîjan alî digirin. Serokwezîr li her derê dibêje 'Di destê me de krokî hene di navbera wan de PKK'î hebûn' êşa wan zêde dikin. Heke di destê wan de krokî heba ev yekê bi serê wan nedihat. Di destê ev yekê kirin de krokî hebû cihê mayînan dizanin. Dizanin gel qeçexçîtiyê dikin û bombeyan bi ser wan de dibarînin."
Piştî axaftinan heyet ji goristanê vegeriya gund û ziyaretên xwe didomînin.
 

DÎHA/ŞIRNEX