
Pisporên robotan û zekaya çêkirî yên bi nav û deng yên cîhanê nameyeke hevpar ji Neteweyên Yekbûyî re şandin û xwestin ku bipêşxistina robotên kujer were sekinandin û bikaranîna wan jî bête qedexekirin.
Ev name ji aliyê 116 pisporên ji 26 welatan ve hatiye wajo kirin û di nameyê de tê gotin ku divê bipêşxistina robotên bi zekayên çêkirî ber bi hedefên taybet ve tên birêvebirin û qabiliyeta wan a kuştinê heye, were astengkirin.
Ji bo tedbîran dem kêm maye
Cihê balkêş û diyarker ê nameyê dibêje; “Eger ev çekên xweser werin bipêşxistin (robot), wê şer ji her demê zêdetir û bi lezeke mezin bi pêş bikeve. Ev çek dikare ji aliyê terorîstan yan jî despotan ve werin bikaranîn û heta dikarin werin hack kirin jî.
Ji bo em tedbîran bigirin, zêde wextê me nemaye. Eger devê qutiya Pandora vebe, girtina wê dê pir zehmet be.”
Her wisa hinek pispor îdîa dikin ku ev robot wê di şer de ewlekariya eskeran zêde bike lê, berovajiyê vê, gelek pispor jî dibêjin, ji ber derketina van robotan şer wê zûtir derkevin û zêde bibin.
Çeka SGR-A1, bi awayekî xweser xwedî wê qabiliyetê ye ku hedefan tespît bike û li wan bide.
Li gorî nûçeya The Guardianê ev çek dikare bişopîne, dengan nas bike û taybetmendiya xwe ya firandina narîncokên destan jî heye.
NAVENDA NÛÇEYAN