Medya Uren: Divê wênesaz, nivîskar û rojnamevan jî bibin zimanê van êşan. Rastî wê di tariyê de nemîne. Em ê xêz bikin û binivîsin. Em ê têkoşîn û êşa gelê Kurd bi hev re binivîsin û xêz bikin.

Di salvegera Komkujiya Roboskê de pirtûka helbestê ya bi navê 'Robozik' hat weşandin. Tevî 6 jinên şair, bi tevahî helbestên 20 şairan di nava pirtûkê cihê xwe digirin. Jinên ku helbestên wan ên li ser Roboskê di pirtûka bi navê Robozik de cihê xwe digirin, got, "Roboskê birîn û di heman demê de qêrîna têkoşîna Gelê Kurd e."

Di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên dewleta Tirk, Gundê Roboskê bombebaran kiribû. Di encama bombebaranê de pirraniya wan zarok 34 gundiyên Roboskê hatin qetilkirin. Ne kesên fermana komkujiyê dan, ne jî yên komkujî kirî, nehatin cezakirin. Di salvegera 8’an a komkujiyê de bi amadekariya Mehmet Saît Arzû kitêba şiiran a bi navê “Robozik” hat çapkirin. Di nava 20 şairan de 6 şairên jin jî hebûn û ew li ser kitêbê û komkujiyê peyivîn.

Rojnamevan û helbestkar Roza Metîna yek ji wan e. Rozayê, destpêkê got, şiir teşiyek ji gotina hestên mirovan e: “Min bi riya helbestan hestên xwe ên xembar vegotin. Ev çanda helbestê ji dîroka kevnar ve li gel me heye. Kurdan xem, şahî, têkoşîn û serhildanên xwe bi vê riyê rave kirine. Stran, helbest û çîrok bûne dîrokeke xaka Kurdan. Gelê Kurd êş, serhildan û komkujiyên xwe vegotiye. Ji bo zilm û zordestiya li me hatiye kirin, neyê jibîrkirin û ji nifşê nû re were ragihandin, divê em binivîsin. Ez jî bi vî hestî tev geriyam û min di vê komxebatê de cîh girt. Em ê Robozik nedin jibîrkirin. Heger em nenivîsin, tim wê tiştek ji jiyana me kêm bimîne. Divê hemû komkujiyên heta niha li ser Kurdan qewimîne, werin nivîsîn.”

'Ma wijdan hebû nelerize, neyê rehmê'

 Fatma Taşli Tunç jî destpêkê bal bire ser Roboskê û bandora wê; “Xaka me komkujiyên mezin dîtin û Robozik jî yek ji wan e. Bi bombebaranê re xebera hate bihîstin, kirasê şînê li Kurdan kir. Ma wijdan hebû ku wê demê nelerize û neyê rehmê. Canê me yê parçebûyî li ser berfa spî bû. Dema min biryar da ku Robozik binivîsim, kelekela dilê min bû û hêsirên min diherikîn. Tenê Kurd bi êşa Kurdan dizanin û ne pêkan e her peyv êşa me bikaribe rave bike. Em ê her êşa xwe û têkoşîna xwe di helbestên xwe de bi cih bikin. Roboskê birîn û di heman demê de qêrîna têkoşîna Gelê Kurd e.

Divê zimanekî vê êşê hebe. Divê tiştekî cuda vê yekê vebêje. Şîn û şahiyên Kurdan wek hev in. Min jî xwest bi rêya helbestan hestên xwe azad bikim."

'Zimanê xem û serhildanê'

Sevgul Şaşmaz, destpêkê got, wê pênûs kiriye zimanê xem û serhildana xwe û wiha dewam kir: "Di pêvajoya bûyerê de jan bê ziman dima. Tenê pênûs dibû alîkarê vegotinê. Min wê demê hestên xwe bi helbestê honandin. Di her salvegerê de bi helbestan ez 34 kesên li Roboskê hatine qetilkirin bi bîr tînim. Em ê her binivîsin. Helebce, Robozik, Şengal û bi sedan komkujî bi serê Kurdan de hatine. Em ê van binivîsin û ji bo têkoşîna me bidome pênûsa xwe xurttir bikin."

Deng û rengê têkoşînê

Rojnamevan û şêwekar Medya Uren a ku wênebergê pirtûka Robozikê amade kiriye  jî got, "Di her komkujiyê de em Kurd dubare tên qetilkirin. Bedenên me bûne hedefên gule, êş û xeman. Rêyên tengbûyî mirinên bê wext bûne qedera xaka Mezopotamyayê. Divê wênesaz, nivîskar û rojnamevan jî bibin zimanê van êşan. Rastî wê di tariyê de nemîne. Em ê xêz bikin û binivîsin. Em ê têkoşîn û êşa gelê Kurd bi hev re binivîsin û xêz bikin."

 

JINNEWS/AMED