Em dizanin piraniya gelê me bawermendên misliman in. Em ji hemû baweriyan re rêz digirin, bêgûman ji baweriya piraniya gelê xwe re jî. Armanc ne reşkirin û rexnekirine, lê divê mirov hin xalên girîng dest nîşan bike. Baş bizane ku dagirkerên Tirk van rojên li gor baweriyê pîroz bi çi dek û dolabî bikartînin.

Bi çend awayî rocî hene, yek ji bo paqijkirin bedenê û roviyan, ango parêza paqijiya tevahiya bedenê ye. Ev tenê dikane bi formeke zanistî were pêkanîn. Mînak: Berê mirov tişt naxwe, çend rojên destpêkê, tenê av, yan jî ava şor vedixwe, hetanê hemû rovî vala û paqij bibin. Piştî wê mirov avên mêweyan vedixwe. Ev bi hefteyan dikudîne.

Ya dudyan grevên birçibûnê ne. Ev xwedanê armancên politîk e, çalakiyeke pasîf e. Mirov hewl dide ku bi wê armanca xwe hetanê radeyekê bide pejirandin. Di van grevan de jî bi awayekî zanistî tê tevgerandin. Bi girani av, ava şor, çaya mêwe û gihayan tê vexwarin. Li gel wê li gor derfetan mirov bi rojane tê kontrolkirin. Di rociya mirinê de jî her tişt tê birîn.

Ya sisiyan jî rociyên li gor baweriyan e. Ev jî xwedanê hin rêgezan e. Mînak: Rociya Remezanê divê dema mirovan tayê reşe û spî ji hev derxist dest bi rociyê bike, gava êvarê zereqa tavê wenda bû jî bixwe û vexwe. Ji ber ku ev li gor rojên Erebîstan Siûdî hatiye tespîtkirin. Ne li gor cihanê ye. Li Erebîstanê roja herî dirêj li dor 15 saetan e. Li bakûrê Kurdistan Ardahanê ev 17 -18 saet e. Li piraniya Elmanyayê li dora 22 saetan e.  Li Bakûrê  Elmanya, Rûsya, Kanada zereqa tavê hetanî sê mehan wenda nabe. Lewma gelek xeternak e. Ti welat û saziyeke îslamê jî hewlnade ku ji vê re fetwayekê pêdivî pê heye bibîne. 

Pirsgirêka mezin ev e. Ev rocî li gor salnameya mehên heyvê tê girtin. Sala mehên heyvê 11 roj kurt e. Ango tenê 355 rojan dikişîne. Lewma meh tim diçerixe. Bi taybetî rojiya niha di dema rojên herî dirêj de ye. Pêdiviya bedenê bi avê heye. Bêavî hin şaneyên bedenê dikuje. Ji bo kesên li der dixebitin pirsgirêkek mezin e. Li gor Serokê Alimêm Îslama Cihanê Şeyh Mustafa Reşid fetwa ji wan re heye. Ew dibêje: “Kesên ku hatina wan a mehane (maeş) di bin 500 dolarî de be rocî li ser wan ne ferz e. Ev jî teqabûlê 2000 TL (pereyên dewleta Tirk bi kar tîne) dike. Kesên di zevî û avadaniyan de dixebitin, ewqas pere qezenc nakin.

Bere her tiştî divê bê zanîn ku wateya rociyê ne bedena xwe bi birçîbûnê cezakirine. Armanca herî girîng û bingehîn ew e, mirov fêm bike ku birçîbûn, tîbûn çi ye? Tinehî çi ye? Bi wê wesîleyê ji belangaz, kesên malên wan hatine wêrankirin, ti tişteke wan nema ne, fêm bike û ji wan re bibe alîkar. Mînak; îro bi hezaran malbatên Kurd yên li Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Sûrê bê mal û war in pêdiviya wan bi her alîkariyê heye. Ger her Kurdê misliman bi kêmasi di vê meha Remezanê de ji wan re bibe alîkar ku rociya wan qebûl be.

Divê her zengînê Kurd, yan jî her du sê zengînên Kurd bi hev re her êvar li van bajarên navborî, li bajarekî xwarina fitarê bide ku rociya wan were pejirandin. Li gel wê fitre ya Kurdan jî tenê li van bajaran, li Rojava dihere. Nabe ku KUrdek, kesekî maqûl fitrê xwe bide saziyeke dewleta Tirk. Ne xwedê ne jî qûl qebûl dike. Ji ber ku hemû saziyên dewleta Tirk kujêr, xwînxwar û wehş in. Yekê fitra xwe bi navê çi dibe bila bibe, bide zaliman ew jî dibe hevparê zaliman.

Hemû mizgeftên Tirkan, çi yê diyanetê çi yên tarîqatan hewl didin ku di vê mehî de di bin navê fître, xêr, tesediqê de pere bicivînin. Jixwe her rojên înan li ber deriyê mizgeftên wan kase yan jî qutî hene, her kesê ji mizgeftê derdikeve pere davêjinê. Melayên wan ên saxteker ji her kesî dixwaze ku alîkarî bidin. Divê her Kurd baş bizane ku her quruşê bi navê alîkariye di mizgeftên Tirkan de tê civandin, dibin gule, bombe, jehr û gaza kuştinê di ser axa Kurdistanê de ku di her bihusteke axa wê de şehîdek heye dibare. Bi wan pereyan miza bûldozerên ku bajarên Kurdan xira dikin, peyda dikin.

Bi gotineke Kurd û Kurmancî Kurdê biçe mizgefteke Tirkan, ew ne tenê gotinên xwînîn, çêrkirin û xapandinê di bin navê wehz de dibîhîse, ew di heman demê de di divêtiya alîkarîdayînê de jî dimîne. Ev jî rasterast dijminahiye xwe, bav û kalê xwe kirine.