Bariyê Bala li pey xwe gelek berhemên wêjeya Kurdî hiştin ku di wan de tevî dûriya dîasporayê jî timî reng û dengê Kurdistanê diyar bû. Ew yek ji sirgûnên ji Ermenistanê yên Kurd ên salên dawiya 1980'yî û destpêka 1990’î bû.

Helbestvan, nivîskar, şanonivîs, Endamê PENa Kurd û Endamê PENa Navneteweyî, Bariyê Bala di 84 saliya xwe de li paytexta Qazaxistanê Alma Atayê 25’ê Gulanê çû ber rehma Xwedê. Bariyê Bala di van 84 salan de xizmeteke mezin a civakên Kurd li Ermenistan, Azerbeycan û Qazaxistanê kir. Tevî ku ew li Masîsê ji dayik bû û heta sala 1989’an li wir ma jî, di dema Şerê Qerebaxê de jî ew sirgûnî Azerbeycanê bû. Wî deh kitêbên neşirkirî û gelek berhemên din li pey xwe hiştin.

Bariyê Bala yan jî bi navê xwe yê din Bariyê Eliyê Paşê, 25’ê Tebaxa 1937’an li nehiya Masîsa Ermenîstanê, li gundê Demîrçiyê ji dayîk bûye. Bavê wî Eliyê Paşayê Miho, dayika wî Qaza Evdoyê Bişo mirovên sade bûne û heft kur û keçeke wan çêbûne.

Bariyê Bala sala 1958’an dibistana gundê Demîrçiyê ya navîn xilas dike û li paytexta Ermenistanê Êrîvanê (Rewanê) Beşa Dîrok û Fîlolojiya Azerî ya Zanîngeha Dewletê ya Pedagojiyê ya li ser navê Xaçatûr Abovyan dixwîne û sala 1963’yan serketî bi dawî dike. Piştre demeke dirêj li dibistanan mamostetiya ziman û wêjeyê dike.

Ew jî dikeve ber sirgûna ji Ermenistanê

Ew sala 1975’an de li gundê Hebilkendê yê nehiya Masîsê, dibe rêveberê dibistana navîn. Paşê li vê nehiyê wekî mufetîşê perwerdeya dibistanên navîn karê xwe dewam dike. Sala 1989’an wexta şerê li ser Qerebaxa Çiyayî di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de qewimî, malbata Bariyê Bala jî tevî hemû Kurdên Misilman ji Komara Ermenistanê tên sirgûnkirin û ew diçe Komara Azerbeycanê. Sala 1998’an diçe Qazaxistanê, li bajarê Alma Atayê bi cih dibe. Li vir jî ew bi awayekî aktîv tevî karê civakî dibe. Di nav xebatên Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê Berbangê da wekî mamosteyê ziman û edebiyatê kar dike.

Bariyê Bala wexta şagirtê dibistana navîn bûye dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Helbesta wî ya ewil sala 1957’an bi navê ‘Dayika min’ di rojnama «Rya teze» de tê weşandin. Paşê helbestên wî di rojnameyên ‘Rya teze’, ‘Dengê Kurd’, ‘Jiyana Kurd’, ‘Ev Roj’ ‘Dîplomat’, kovara ‘Nûbar’ û gelekên din de hatine weşandin. Helbest û nivîsarên wergerandine Rûsî, Azerî, Ermenî û Qazaxî, di rojname û kovarên wan zimanan de hatine weşandin.

Deh kitêbên wî derçûn

Deh kitêbên Bariyê Bala hatine weşandin. Pirtûka wî ya ewil sala 1974’an bi navê “Dinya min” li Ermenîstanê ronahiyê dibîne. Sala 1994’an li Azerbêycanê kitêba wî ya diduyan bi navê “Kuda herim” tê çapkirin.

Sala 2008’an kitêba wî ya sisêyan “Dîlbera min” a diyarî hevjîna xwe kirî, tê weşandin. Sala 2009’an kitêba wî ya çaran bi navê “Dayik” derdikeve; ew vê kitêba xwe ya helbestan diyarî dayika xwe Qaza Evdoyê Bişo dike.

Salên 2011 û 2012’an bi alîkariya Hejarê Şamîl du kitêbên wî yên bi navê “Kulîlkên neçilmisî” û “Deh bûyer” tên weşandin. Bi alîkariya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Dihokê, sala 2012’an kitêba wî ya helbestên bijare bi navê «Bijare» derdikeve.

Salên 2014 û 2015’an bi alîkariya endamên Yekîtiya Nivîskarên Ermenîstanê û endamên PENa Kurd Nûrê û Zera Serdaryan li Êrîvanê du pirtûken wî bi navê «Ez û kevokê tenê», «Zerdeştê kal» neşir dibin. Sala 2016’an jî kitêba wî ya bi navê «Dilê şikestî » ronahiyê dibîne. Sala 2005’an şaîr, nivîskar û dramatûrg Bariyê Bala dibe endamê PENa Kurd û sala 2014’an jî xelata li ser navê Ehmedê Xanî didin wî.

Ji helbesta wî

Di helbesta wî de gelek mijar hebin jî, ya herî zêde darîçav cihê fireh ê dide Kurdistanê ye ku li dûrî û diyasporayê hesreta wê bi xwe re her hilgirtiye:

Agrî, Zagros, sar Sîpanî,

Tema devê tew Kurdanî,

Avêsta kal, “Mem û Zîn”-î,

Serî-binî Kurdistanî.

Qend, nevatî, zimanê dê.

Barî bê te lale, jare,

Hîro, gîro, tengezare,

Timê bi te bexteware,

Bê te najî, zimanê dê.

* Agahiyên li ser Bariyê Bala ji nivîsa Eskerê Boyik a li ser vî şairî û nivîseke di Rya Teze de weşandî (https://krd.riataza.com/2016/04/03/bariye-bala/) hatinê wergirtin.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Bi berhemên xwe ew ê bijî

 

Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê ‘Berbangê’ û Serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan, akademîsyen Kinyazê Îbrahîm ji bo Bariyê Bala piştî wefata wî nivîsî, “Bariyê Bala pênûsa xwe di hemû mijaran de - helbest, nivîsara vekirî, bîranîn û dramatûrgiyê - ceribandiye.

Bariyê Bala gelek nivîsarên vekirî jî nivîsîne: «Nado û Narê», «Bila dilî dil be», «Ez û kevokê tenê», «Gelto», «Paşa û Belgîzar», «Çar emir, çar demsal», «Cemîle», «Zerdeştê kal», «Ez û kalê welathezî pir bi derdî kul», «Kew, bilbil û sorgula tengezar», «Deh buyer»; bîranînê xwe- «Seyda Şamîl» (Şamîl Eskerov), «Bîranîn derheqa Mehmedê Siloyê Bava da», «Mehmedê Sloyê Mihoyê- Îsa Begê Rewanî» ku pêşkêşî pismamê xwe Mehmedê Silo Miho kiriye.

Em wekî Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê «Berbangê» bi wefata Şaîr û Nivîskarê kurd Bariyê Bala gelekî xemgîn in. Koçkirina Bariyê Bala dibe ku bi awayekî fizîkî be, lê ew ê herdem bi fikir, raman, helbest û nivîsarên xwe, ne tenê li Qefqasyayê û Sovyeta Berê, em di wê baweriyê de ne ku wê li seranserê welatê me di dilê her neferê kurdan de bijî.”