
Koma Xebatên Kurdolojiyê li gorî Tirkî u Kurdiya îro kovar ji nûve çap kirinû kovar ji 414 rûpelan pêk tê. Kovar di bin baneya Enstîtuya Kurdî de hat çapkirin.
Jiyana jinên Kurd dike mijar
Endamê Koma Xebatên Kurdolojiyê Tahîr Baykuşak, diyar kir ku di rêziknameya Cemîyeta Hêvî de armanc ew bû ku xwendekarên Kurd bîne cem hev û piştevanî tevkariya wan xurt bike û di qada abori û rêxistinî de wan bi hêz bike û li ser wêje, ziman û çanda Kurdan lêkolîn bike. Baykuşak, anî ziman ku di weşanên ku ji aliyê Cemîyetên Kurd Teavun û Terakkî ku Cemîyeta Hêvî jî di navde ye xebata nûnertiya hemû Kurdan dikir û wiha got: "Cemîyeta Hêvî wê demê xebatên 3 periyodan dikir. Xebatên Roj-i Kurd, Hetawî Kurd û Yekbûnê dimeşandin. Di kovarê de ewil Kurdistan, Umîd, Şark û Kurdistan, Rojnameyên Kurd Teavun û Terakkî bêtir mijarên siyasî kirin rojeva xwe. Kovara Roj-î Kurd jî bêtir li ser zimanê Kurdî û çanda Kurdî rawestiya. Li ser dîrok û teşeya civaka Kurd rawestiya. "
Baykuşak, da tzanîn ku kovara Roj-î Kurd di aliyê Tevgera Neweteya Kurd de xabetek yekem ağ arkeolojik e û wiha got: "Roj-î Kurd, yekem kovara ku ziman, çand, civak û dîroka gelê Kurd digire dest. Di dîrokê de yekem car jiyana jinên Kurd dike mijar. Nivîskar Îsmaîl Hakki Babanzade li dijî nivîsên nivîskar Abdullah Cevdet di hêjmara 3'emîn a kovarê de diyar dike ku lazim e alfebeya erebî li gorî alfebeya Kurdî bê sazkirin. Di kovraê de ewil cih dide ramana rewşenbiriyê. Dema em li fikr û nêzîkatiya nivîskarên kovarê dinerin em dibînin ku nivîskar bêtir li ser ramana rewşenbirî û ronakbiriya Kurdan rawestiyane."
Endamê Koma Xebatên Kurdolojiyê Tahîr Baykuşak da zanîn ku ji bo danasîn û niqaşan wê di 16'ê Adarê de li Zanîngeha Bîlî ya Stenbolê dê konferansê pêk bînin.
DÎHA/STENBOL