Di nava 6 rojên operesyona rizgarkirina Minibicê de erdekî fireh hat rizgarkirin. Li gorî daneyên pêr (roja 5´an a opperasyonê) erdekî 21 kîlometroyên bi çarçik ji xaka Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Herdu baskên operasyonê gihiştin hev û heta niha 143 çeteyên DAIŞ´ê hatin kuştin.


20 gund û 9 gundik rizgar bûn

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Bajarê Minbicê di 1’ê Hezîranê de li ser banga şêniyên herêmê, Operasyona Rizgarkirina Bajarê Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê dan destpêkirin. Di 4 rojîn destpêkê yîn operasyonê de 18 gund, 9 gundik, pê re jî erdeke 21 kîlometroyên bi çarçik ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. di heman demê de rêya çeteyan a di navbera Reqqa-Minbicê jî hat birrîn.

Di encama şer û bombebarana balafirên şer ên Koalîsyona Navnetewî de, di heman mohletê de bi qasî tesbîtkirî 143 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Doh di şeveqa 5’emîn a operesyonê de jî 2 gundên din El-Rîfiya ku 13.5 km û Îzam ku 11 Km li rojavayê Firatê ne, hatin rizgarkirin. Bi vê yekê re hejmara gundên ku ji destpêka operesyonê ve hatine rizgarkirin bû 20. Di nava vê hejmarê de gundikên di navebra her du baskên bereya Tişrînê ya operasyonê de nîne.


Baskên bereya Tişrînê gihîştin hev

Li aliyê din du baskên bereya Tişrînê ya operasyona rizgarkirina Minbicê, piştî qada di navbera xwe de ji çeteyan paqij kirin, gihîştin hev.

Şervanên ku operasyona rizgarkirina Minbicê dimeşînin, pêşveçûna xwe didomînin. Li bereya Tişrînê 2 baskên operasyonê pêr ber êvarkî erdên di navbera xwe de ji çeteyan paqij kirin û gihîştin hev. Li vê herêmê gundê Meqaliq Hesen Axa û 50 gundik hatin rizgarkirin.


20 cenaze hatin dîtin

Li gundê Til Um Serrac ku hatibû rizgarkirin jî xebatên lêgerînê dewam dikin. Heta niha cenazeyên 14 çeteyan hatine dîtin, her wiha gelek çek û cebilxane hatin bidestxistin.

Li bereya Qereqozaxê jî, baskê bakûr 2 gundikên din rizgar kirin. Çeteyên ku hewl dan bi tirimpêla bombebarkirî êriş bikin, negihîştin armanca xwe û tirimpêla wan ji aliyê şervanan ve hat teqandin.

Di baskê başûr de jî di encama xebatên lêgerînê yên li gundê Qebir Emo û gundikê Tuwêl de, cenazeyên 6 çeteyan hatin dîtin. Her wiha 9 kilêş û 1500 guleyên wan, roketavêjek RPG (B7), yek BKC, 2 yelekên xwekujiyê, 4 bombeyên destan, demanceyek û 5 guleyên katyûşa hatin desteserkirin.

Balafirên şer ên koalîsyonê jî 6 êrîş pêk anîn û di necamê de 12 çete hatin kuştin.


Ji bo Minbicê 8 km mane

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Fermandarê Ceyş Siwar a Minbicê Mustefa Minbicî jî li ser pêşveçûna hêzên xwe de got, şervanên wan riya Reqa û Minbicê rizgar kiriye û 8 km mane ku şervan bigihîjin navenda bajarê Minbicê.

Mustefa got gelek cebilxane û cenazeyên çeteyan jî ketine destê şervanên wan.

Di dîmen û wêneyan de jî xuya dike ku şervanên Meclîsa Eskerî ya Minbicê nêzîkî Minbicê bûne bi wî hawî ku embarên genim ên bajêr xuya bikin. Li aliyê din çavdêrên ji herêmê radigihînin ku li embarên genim ên bajêr di navbera çeteyan û şervanan de şerî dest pê kiriye. 


 MINBIC





‘Minbic gav bi gav azad dibe’


Endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û ji fermandarên Siwar El Minbicê Ebû Mehmûd destnîşan kir ku ew gav bi gav Minbicê azad dikin.

Ebû Mehmûd da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ‘ê di nava panîkeke mezin de ne, bendên kontrolê yên li bajarê Minbicê bi du qatan zêde kirine, dest bi kolandina xendekan kirine û gelek mayînan diçînin.

Ebû Mehmûd got, lê belê hemû hewldanên çeteyên DAIŞ’ê wê nikaribin vîn û biryardariya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bişikînin û anî ziman, li derdora Minbicê gelek gund û gundik hatine rizgarkirin û bipêşveçûna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi lez û bi xurtî dewam dike.

Ebû Mehmûd ragihand ku wan agahî ji gelek çavkaniyan wergirtine û li gorî van çavkaniyan, çeteyên DAIŞ‘ê ji ber ku gelek gund û gundik ji dest dane, hejmara bendên kontrolê zêde kirine, xendek li navenda bajêr kolandine û wesayîtên bombebarkirî amade dikin.

Ebû Mehmûd da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê nahêlin sivîl ji bajêr derkevin, Kurdên li bajêr xistine qaşo girtîgehan û bi qasî 50 Kurdî qetil kirine.


Pişta DAIŞ´ê dişike

Ebû Mehmûd got, gelek emîr jî di nav de hejmarek zêde ya çeteyên DAIŞ‘ê koçî aliyê Cerablûsê kirine. Ebû Mehmûd da zanîn, çeteyên nikarin pêşî li pêşdeçûna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji herêmên Cerablûs û El Babê hêzeke alîkariyê xwestine.

Ebû Mehmûd işaret bi girîngiya Minbicê ji bo çeteyên DAIŞ’ê kir û destnîşan kir ku bajarê Minbicê herî kêm bi qasî Mûsil û Reqqayê girîng e û DAIŞ xwe bi giranî li ser vê herêmê li ser piyan digire. Ebû Mehmûd da xuyakirin ku dema Minbic azad bû, hingî wê bêhn li çeteyên DAIŞ’ê biçike.

Ebû Mehmûd diyar kir, azadkirina bajarê Minbicê yê ewçend stratejîk tê wateya tevizandina çeteyên DAIŞ‘ê û ev yek wê ji bo şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jî bibe serketina destpêkê.


Dagirkeriya çeteyan bi dawî dibe

Ebû Mehmûd da zanîn ku piştî damezrandina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li ser daxwaza gelê Minbicê, wan mora xwe danîye binê pêngaveke bi vî rengî ya azadiyê û got, li gund û gundikên hatine azadkirin, ew ji aliyê gelê Minbicê ve bi coşeke mezin hatine pêşwazîkirin.

Ebû Mehmûd diyar kir ku Minbiciyên li gund û gundikên hatine rizgarkirin, dixwazin di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de cih bigirin û li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bikin. Fermandar Ebû Mehmûd da zanîn ku ev yek ji bo wan gelekî hêja û watedar e û da xuyakirin ku ew ê bi azadkirina Minbicê re bibin bersiv ji daxwazên azadî, edalet, guherîn û veguherînê yên gelên Sûriyeyê re. 


Bang li gelê Minbicê

Ebû Mehmûd bang li gelê Minbicê jî kir da ku li dijî çeteyên DAIŞ‘ê destekê bidin wan û soz da ku ew ê tevî Ereb, Tirkmen, Çerkes û gelên din Minbicê ji çeteyên DAIŞ‘ê paqij bikin. Ebû Mehmûd herî dawî diyar kir ku weke zarokên Minbicê ew ji gelê Minbicê dixwazin ku sebir bike, wan xwe nêzî bajêr kiriye û ew ê dagirkeriya DAIŞ’ê bişikînin û Minbicê azad bikin.