PKK’ê diyar kir ku divê hemû gelê Kurd beşdarî mîtînga 14’ê tîrmehê ya ku dê li Amedê dê bê lidarxistin bibe.
PKK’ê di daxuyaniya di malpera xwe ya înternetê de weşande ev tişt got: “Di 30’emîn salvegera roja serkeftina vîna Apocî ya li hemberî faşîzma Dewleta Tirk, em Pêşengên rojiya mirinê M. Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi bîr tînin û li hemberî berxwedana wan bejna xwe ditewinin.”
PKK’ê diyar kir ku mêtîgeriya Tirk pêvajoya vejînê ya gelê Kurd, Rêberê Gelê Kurd û PKK’ê ji bo xwe weke xeteriyekê dît û destnîşan kir ku ji bo siyaseta xwe ya înkar û îmhayê bi ser bixe, hema bêje careke din Kurdistanê bi derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona  dagir kir. PKK’ê destnîşan kir ku Dewleta Tirk komkujiyan belavî gund û bajarokan kirin û Kurdistanê veguhetandin îşkencexaneyekê û ev tişt got: “Bi deh hezaran mirov avêtin zîndanên ku kampên Naziyan tîne bîra mirov.”
PKK’ê destnîşan kir ku ji bo çewisandina Têkoşîna Azadiya Gelê Kurdistanê, ji bo tiştek bi navê Kurd û Kurdistanê nehêlin, Zîndana 5 a Amedê weke herêma pîlot hilbijartin û 24 saetên li girtîgehê îşkence dida meşandin û ev tişt hat gotin: “Nêzî hezar 500 kadroyên PKK’ê, sempatîzanên wê û welatparêz di vê zîndanê de hatin bicihkirin û îşkenceyên li deveyê pîvanên mirovahiyê li wan hate kirin. Dest ji tirsa ji mirinê berdin, vê hovitiyê êdî mirovan kiribû mîna heskiriyên di nava bêrîrkirina mirinê de, bi vê hovitiyê riya poşmantiyê nîşanî girtiyan didan, dixwestin xiyanetê bi wan bidin kirin; lê bi ser neketin.”

Hesabê ji faşîzma AKP’ê bipirsin
PKK’Ê DI BERDEWAMA daxuyaniya xwe de diyar kir ku qîrîna 14’ê Tîrmehê ya Zîndana Amedê îro veguheriye rastiya milyonan û ev wiha dom kir: “Bi dirûşima “Ji Rêber Apo re Azadî” berên xwe bidin qadan. Tacîdarkirina vê rastiyê bi Azadiyê mirovahiyê bicihanîna peywira sereke ya gelên Tirkiyeyê û hemû Rojhilata Navîn e. Di demeke wiha de hemû gotin, helwest û nêzîkatiyên di warê neyînî de bandorê li biryardarî, wêrekiya gelê me bike, tê wateya xiyaneta li hemberî doza azadiyê.”
PKK’ê gotinên Kemal Pîr wekî “Em bi qasî ku ji bo wê bimirin ji mirinê hez dikin!” jî bi bîr anî û ev tişt lê zêde kir: “Ji bo em jiyaneke azad û bi rûmet a ku hevalên me canê xwe ji bo dane, ava bikin, em bang li hemû Kurdistanî û dostan dikin ku di 14’ê tîrmehê de beşdarî Hevdîtina Mezin a Amedê bibin, azadiya Rêbertiya me pêk bînin û hesabê ji makîneya qirkirinên ji AKP’ya faşîst bipirsin.” 

ANF/BEHDÎNAN