
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê (NAV-DEM) Bahattîn Dogan Bahattîn Dogan fikarên xwe yên derbarê tenduristû û reşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da anîn ziman û got, “Heta ku em agahiyê ji Rêberê xwe bigirin, em ê her cihî bikin qada çalakiyê.”
Hevserokê NAV-DEM’ê Bahattîn Dogan bal kişand ser dek û dolabên li ser Kurdan tên gerandin û got, “Em di pêvajoyeke hesas de ne. Li ser gelê me lîstikên mezin tên lîstin. Yek ji van jî têkildarî mercên Rêberê me lê tê ragirtin e. Gel, malbat û parêzer ev 18 meh in nikarin agahiyê jê bigirin. Herî dawî bi hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê re fikarên me zêde bûn. Weke gelê Kurd em vê darbeyê weke hewldanek li dijî nêrîn û felsefeya Rêberê xwe dibînin. Ji ber ku Rêberê me beriya niha jî bal kişandibû ser bûyerên li Tirkiyeyê diqewime û hişyariya rûdana darbeyê dabû. Li gorî agahiyên ji aliyê çapemeniyê ve hatin weşandin, fermandarê girava Îmraliyê jî di nava darbekaran de bû. Em nikarin agahiyê ji Rêberê xwe bigirin. Ji bo agahîwergirtinê me heta niha li gelek cihan çalakî û xwepêşandan lidar xistin. Lê belê tevî vê yekê jî destûra hevdîtinê nehat dayîn. Eger em ji niha û pê ve agahiyê ji Rêberê xwe negirin, em ê her cihî bikin cihê çalakiyan. Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, divê gelê me li her cihên lê ye çalakiyan lidar bixe.“
Banga xurtkirina çalakiyan
Dogan ev bang li gelê Kurd kir: “Divê gelê me li ser piyan be, çalakiyan pêk bîne, mezin bike û hemû rêveberên saziyên me di vî warî de bi roleke çalak rabin. Pêwîste di nava seferberiyê de be, rojane li herêman çalakiyan lidar bixe, partiyên siyasî, saziyên medya û rêxistinên civakî yên sivîl ziyaret bike. Ji bo me roj roja xwedîderketina li Rêberî, roja çalakiyan e. Em dixwazin Rêberê me azad bibe. Bi taybetî em ê çalakiyên 15’ê Tebaxê veguherînin çalakiyên bilêvkirina daxwaza azadiya Ocalan. Heta niha li her bajarî her hefteyê konên agahdarkirinê tên vedan û meş tên lidarxistin. Divê ev were zêdekirin.“
Dogan bang li saziyên navneteweyî jî kir û xwest, zextê li dewleta Tirk bikin ku bihêle parêzer û malbat biçin serdana Ocalan.
ANF/KOLN
Li Stockholm û Hamburgê çalakî
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Swêd Stockholm û bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ê bi çalakiyekê hat şermezarkirin.
Bi armanca şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistaniyan li Stockholmê çalakiyek lidar xistin.
Kurdistaniyên li kolana Drottnîngatanê li hev civiyan, pankarta bi nivîsa “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî“ vekirin û têkildarî tecrîda li ser Ocalan û rewşa dawî ya li Kurdistanê agahî dan mirovên li derdorê.
Ciwanên ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikirin, di saetên danê nîvroyê de ketin avahiya parlementoya eyaleta Hambûrg, çalakiya dagirkirinê lidar xistin.
Ciwanan di çalakiyê de pankarta bi Elmanî “Heta ku Abdullah Ocalan azad bibe, heta dawiyê berxwedan” vekirin, dirûşmên ku azadiya Ocalan tîne ziman qîrkirin û çalakiya dagirkirinê lidar xistin. Tecrîda girankirî ya ku ji 5’ê Nîsana 2015’an dewam dike şermezar kirin.
Ciwan bi rayedarên parlementoyê re civiyan, diyar kirin ku piştî hewldana darbeyê ya ku li Tirkiyeyê pêk hatî û şûnde fikarên têkildarî rewş û tendirûstiya Ocalan zêdetir bûne û hê ti agahî jê nayê girtin.
STOCKHOLM/HAMBÛRG