
Li ser navê koordînasyonê Îdrîs Ekmen di civînê de axivî û bal kişand ser rewşa tevlîhev a li Rojhilata Navîn û got, "Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bûye sedem ku atmosferek lê mirin, rondikên çavan û xwîn serdest e, derkeve holê."
Ekmen ragihand ku hem rejîma Esad hem jî hêzên mûxalîf, şerekî dûrî nirxên demokrasî, mirovanê û wicdanî dimeşînin û her roj gunehên mirovahî û şer dikin. Ekmen got, "Berpirsyarên bingehîn ên vê trajediya li Sûriyeyê tê jiyîn, ev hêz û feraseta wan e."
Helwesta hêzên navnetewî
Ekmen diyar kir ku di rewşeke ewçend dijwar de jî, gelê Kurd ê li rojavayê Kurdistanê di "rêya xwe ya sêyemîn" de dimeşe û got: "Rêveberiya xweser a demokratîk, ku gelê Kurd bi gelên din re ava kiriye, ji bo hemû gelan bûye alternatîf û hêviyeke nû. Gelê me yê Rojava, bêyî zerarê bide ti kesî, bêyî li dijî ti kesî şer bike, bi rê û rêbazên aştiyane pêvajoya xwe ya aştiyê dimeşînin û di şûna ku Tirkiye û hêzên din ên navnetewî piştgiriyê bidin vê rewşê, hewl didin bifetisînin. Ji dîktatoriya Esad û mûxalefeta bi kiryarên xwe re ji rejîmê ne cudatire, bi milyon dolaran alîkariya çekan tê kirin û şer tê sorkirin. Di rewşeke bi vî rengî de ti alîkariyeke mirovane li gelê Rojava yê navnîşana aştî û demokrasiyê ye nayê kirin, berovacî ambargoya xwarinê li ser hatiye danîn."
Di daxuyaniyê de rewşa xeter a rojavayê Kurdistanê û pêwistiya alîkariyê wiha hate rawe kirin: " Nifûsa rojavayê Kurdistanê, ku gelê Sûriyeyê ji xwe re weke cihekî ewle dibîn û xwe li wir digirin, du qat zêde bûye. Ev yek jî bûye sedem, ku pêwîstiya bi pêdiviyên jiyanê zêde bûye. Di rewşa heyî de, gelê Rojava tevî birçîbûnê jî nanê xwe bi xuşk û birayên xwe yên ji Sûriyeyê hatine re, parve dike. Lewma li Rojava xeteriyeke mezin a birçîbûnê heye. Cihê ku herî zêde ev xetere xwe lê dide der bajarê Efrînê ye ku ji aliyê rejîm û mûxalefetê ve hatiye dorpêçkirin. Ji bo li Rojava trajediyeke mirovane neyê jiyîn, divê ambargoya li ser Rojava bê rakirin û rêveberiyên Tirkiye û Başûrê Kurdistanê deriyên xwe yên sînor vekin û dest bi seferberiya alîkariya mirovane bikin. Erka xuşk û birabûnê, wezîfeya parastina nirxên mirovane û demokatîk ev e."
Îdrîs Ekmen diyar kir ku desketiyên Rojava, desketiyên tevahiya gelê Kurd, Rojhilata Navîn û mirovahiya pêşverû ye û ji bo ev desketî tine nebin banga kir ku, herkes berpirsyariyên xwe bicih bînin.
Kampanya kete qonaxeke nû
Ekmen got, "Kampanya me ya alîkariya bi rojavayê Kurdistanê ya beriya bi mehan destpê kiribû, ketiye qonaxeke nû. Ji her demê bêtir pêwistiya gelê me yê Rojava bi alîkarî û piştgiriya me heye. Divê em weke wezîfeyeke bingehîn, xwarin û dilê xwe bi hev re parve bikin. Serketina gelê Rojava, ji bo Rojhilata Navîn a azad û demokratîk, firsendeke dîrokî ye. Pêşeroja Rojava pêşeroja me ye. Bi vê armancê em dibêjin, partiyên me yên siyasî, şaredariyên me, rêxistinê me yên civakî yên sivîl û gelê me; em dest bidin hev, ji dil xwarin û nanê xwe bi gelê xwe yê Rojava re parve bikin."
Ekmen got, "Roj rojava yekitiyê, roja xwedîderketina li Rojava ye. Roja pitşgî û alîkariyê" û bang li hemû alîgirên aştî, demokrasî, mafên mirovan û azadiyê kir, piştgiriyê bidin kampanyayê û bi berpiryariyên xwe rabin.
AMED