Şîrketa Eutelsatê ya Franseyê, pêr demjimêr di 00.00 ê weşana kanal Roj TV ya ku bi milyonan temaşevanên wê heye, qut kir.
Şîrketa Eutelsatê biryara ku Dadgeha Denmarkî der barê Roj TV de daye, kir hincet û weşana Roj TV qut kir. Ev yek li rastî gelê Kurd û çapemeniya navneteweyî hat û rêxistinên mafê mirovan û çapemeniyê hat.
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) di daxuyaniya di 20’ê çile da, nerazîbûneke tund nîşanî biryara rewestandina ROJ TV ya Eutelsatê da û got; “Biryarek yek alî û skandal e.” RSF ya ku navenda wê li Parîsa paytexta Franseyê ye, diyar kir ku ew li hemberî biryara rawestandina weşana ROJ TV ya ji aliyê Eutelsatê ve hatiye dayîn “matmayî bûne” û got; “Em bi biryareke yek alî û skandal a ku tu girîngiyê nade azadiya çapemeniyê re rû bi rû man.
Weşana Roj TV, ji ber van zextan ji pêr din demjimêr di 00.00 de û vir ve li ser peyka Eutelsatê hate qutkirin û Roj TV weşana xwe niha li ser malpera xwe ya înternetê didomîne. Her wiha, dê bi rêya înternetê weke her demê hewl bide ku bûyerên rastîn ên ji Kurdistanê bi temaşevanên xwe re parve bike û dê li ser malperên parvekirina civakî jî temaşevanên xwe agahdar bike. 

Li aliyê din jî, Roj TV ji bo weşanê, li peykek nû digere. Tê payîn ku ev yek heta dawiya hefteyê çareser bibe. Parêzerên Roj TV jî ji ber vê biryarê dest bi hewldanên hiqûqî kirin. Parêzer dê ji bo rawestandina biryara Eutelsatê serî li Dadgeha Îdarî ya Parîsê bibin.

ANF/BRUKSEL




Ji bo temaşekirina Roj TV

Ji bo temaşekirina Roj TV li ser înternetê : Hûn dikarin bikevin malpera (www.roj.tv) û di beşa ‘Zindî’ ya malperê de li ser navnîşana (http://video.roj.tv/channel/view/roj-75) temaşeyê Roj TV bikin.