Ji doza Roj TV re, tenê çend roj man. Doza ku li Ewrûpayê di warê azadiya îfadekirina ramanê de weke îmtîhaneke mezin tê dîtin, di 15ê Tebaxê de destpê dike.
***
Kurdistaniyên li Ewrûpayê, BDPyî û rêxistinên civaka sivîl 15ê Tebaxê diçin Kopenhagenê.. Doz wê li Dadgeha Kopenhagenê destpê bike û bi 25 rûniştinan wê heta 9ê Mijdarê dewam bike.
***
Herçendî doz ji aliya dadgeha danîmarkî ve jî tê meşandin, di eslê xwe de ew bi zor û daxwaza dewleta tirk û encamên têkiliyên wê yên qirêj pêk tê. Ji bo Roj Tv were girtin, berdevka herî dawî ya dewleta tirk AKP bi salan e, bi dîplomasiyên li pişt deriyan, bi îhaleyên mezin ên ku dide welatên rojavayî, têkiliyên gelek qirêj dimeşîne.
***
Bi belgeyên Wikileaksê jî derkete hole ku di civîna NATOyê de jî ji bo ku destekê bide hilbijartina serokê nû yê NATOyê Rasmussen, weke şert, girtina Roj Tv daniye ber serokwezîrê berê yê Danîmarkî…
***
Baş e çima dewleta tirk a ku bi destê xwe televizyoneke kurdî (TRT6)ê vedike, ji bo girtina Roj TV ewçend enerjiyê xerc dike, ewçend pereyan belav dike, ewçend huqûqê binpê dike, ewçend li ber welatên din digere û di danûstandinên xwe yên li gel welatên ku navên kurdan jî nebihîstine, girtina televizyona kurdan dertîne pêş?...
***
Ji roja ku ev dewlet ava bûye, hewldana wê ya herî mezin xirakirina mala kurda ye, jihevbelavkirina wan e, jiholêrakirina hemû nirxên wan ên neteweyî ye….
***
Bi Roj Tv û selefên wê yên weke Med Tv û Medya Tv cara pêşî Kurdistanî ewqas bi awayekî berbiçav xwegihandin giyaneke neteweyî, cara pêşî maleke aîdî hemû Kurdistaniyan, maleke neteweyî sazbû di şexsê van televizyonan de.
Di hemû kanalên tv’yên cîhanê de dema temaşevanek bi telefonê tevlî bernameyekê dibe, pêşkêşvan ji temaşevan û mêvan re dibêje hûn bi xêr hatin. Lê belê dema temaşevanekî Roj tv bi telefonê tevlî bernameyeke wê dibe, ji mêvanên din ên studyoyê re ew bi xwe dibêje ‘hûn bi xêr hatin.’ Ev tê çi wateyê? Ji ber ku temaşevanên wê, Roj tv’yê weke mala xwe dibînin, ew ne tenê deng, reng, û navgîna wan a ragihandinê, ew herwiha mala wan e.
***
Ji ber vê yekê hemû hukûmetên tirk û bi taybetî jî ya dawî AKP ewqas bi heytehol, û bi çavsorî ketiye nava kêferata dangirtina Roj Tv’yê, ji ber ku bi girtina Roj tv’yê ew dizane ewê ne tenê mala malbatekê, ewê mala neteweyî ya hemû kurdan û Kurdistaniyan a esmanî xira bike.
***
Helbet ev mal maleke ne ji rêzê yê. Tê de hemû rengên Kurdistanê, hemû dengên civakî yên Kurdistanê û heta ciyekî, yên Rojhilata Navîn jî hene. Bi kurtî ew bi vê rengînî û xweşbîniya xwe dikare di paşerojê de bibe bexçeyê demokrasiyeke pir pêşketî jî. Û ev yek jî vê dewleta ji demokrasiyê û pirdengî û pirengiyê nefret dike, ditirsîne.
***
Ji ber vê yekê pir girîng e ku hemû Kurdistanî, çi yên li Kurdistanê çi jî yên li derve, bi taybetî jî yên li Ewrûpa û Skandînavyayê li Roj Tv’yê xwedî derkevin; çi ji destê kê tê divê texsîr neke. Şopandina doza Roj Tv li cih, li Kopenhagenê ji aliyê bi deh hezaran kurdan ve wê bibe astengiya herî mezin li pêşiya vê hewldana qirêj û derhuqûqî…
***
Her Kurdistanî di pêvajoyê de li ku derê dibe bila bibe, desteka xwe ya bi awayê herî bi tesîr û musaît ji Roj Tv’yê re pêşkêş bike eynî weke xwedîderketina li mala xwe. Dema yek bixwaze bi awayekî neheq û kêfî mala we xira bike, hûn çawa li mala xwe xwedî derkevin, divê hûn bi heman rengî li mala xwe ya neteweyî Roj TV’yê jî xwedî derkevin.