Xwendekar û mamoste piştî betlaneya 3 mehan îro dest bi serdema hindekarî û perwerdehiyê ya heta 8’ê Hezîrana 2012’an bidome bikin. Egîtîm Senê diyar kir ku 16 milyon xwendekar bi gelek pirsgirêkan dest bi perwerdehiyê dikin û Komîsyona Ziman û Perwerdehiyê ya KCD’ê jî di 16’ê îlonê de bang li zarokên Kurd kiribû û xwestibû hefteyeke neçin dibistanan.
KCD’ê bi banga “Kurd ne li qadên sînorkirî dixwazin li hemû qadan zimanê xwe bi kar bînin. Ev daxwazeke xwezayî û rewa ye” xwestibû zarokên Kurd di 19-23’ê îlonê de neçin dibistanan. KCD’ê xwestibû ku Kurd di vê navberê de perwerdehiya xwe bi zimanê xwe yê dayikê bikin û meclîsên taxan û mal dikarin wekî dibistan bên bikaranîn.

Enstîtuya Kurdî: Boykot dê berdewam bike
Rêvebirê Enstîtuya Kurdî ya Stenbol Mevlut Aykoç, diyar kir ku pirsgirêka zimanê Kurdî nebûna zimanê perwerdahiyê û fermî ye û xwest ku hemû kes tevlî kampanyayê bibin.
Aykoç, anî ziman ku zimanekî di qada perwerdehiyê de neyê bikar anîn ber bi mirinê ve diçe û niha xistine halê mirinê Aykoç, da zanîn ku ji ber vê yekê bi salan e rewşa Kurdî xerab e û wiha got: “Dixwazin gelê Kurd, bi ziman çanda wî bi hevre ji holê rakin. Perwerdehiya zimanê zikmakî mafê gelê Kurd ê bingehîn e. Lê Kurd ji vî mafê xwe bêpar tên hiştin. Aykoç, anî ziman ku ji ber Kurd zimanê xwe bikar tînin, diparêzin û parastinê dikin tên girtin û rastî cezayan tên û wiah got: “Hêj ev mafê xwezayî û rewa yê gelê Kurd rastî astengiyên giran tê. Hêj Kurd nikarin parastina xwe bi Kurdî bikin.”

‘Boykot dê berdewam bike’

Aykoç, destnîşan kir ku wekî TZPKurdî dixwazin wekî hemû zimanê cîhanê û netewan, Kurdî jî di hemû qada jiyanê de û qada perwerdehiyê de têkeve fermiyete û bê bikar anîn û wiha got: “Têkoşîna me ya parastin û pêşxistina Kurdî dê berdewam bike. Em wekî TZPKurdî di hefteya yekemîn a dibistanan de dibistanan boykot dikin. Em ji malbatan dixwazin ku di hefteya yekem de zarokên xwe neşînin dibistanan.”

Ji 28 zimanan tenê Tirkî!
Aykaç, da zanîn ku li Tirkiyeyê zarok ji biçûkantiya xwe de rastî polîtîkayên bişaftinê tên û bişaftin li dibistanan dest pê dike. Aykoç, anî ziman ku li Tirkiyeyê 28 ziman hene û ji van zimanan tenê Tirkî wekî zimanê perdehiyê û zimanê fermî tê dîtin. Aykoç, bal kişand ser peymana Lozanê û wiha berdewam kir: “Niha peymanên navneteweyî tên binpêkirin. Mafê perwerdehiya zimanê zikmakîe tê binpê kirin. Mafê gelê Kurd heye ku bi zimanê xwe perwerdehiyê bîne. Divê di makeqanûna nû de teqez mafê perwerdehiya zimanê Kurdî hebe û ji bo Kurdî bê parastin û pêşxistin xalên nû çih bigirin.
Aykoç, da zanîn ku zarokên Kurd di serî de bi tirkî nizanin û piştî tirkî fêr dibin zimanê xwe ji bîr dikin û ev yek derûniya wan xera dike.


SADIK TOPALOGLU - DÎHA/STENBOL